Dozger xwe negirt ji HDP'ê re got ‘Qaşo partî’ 2020-07-30 09:03:01   DÎLOK - Îdîameya ji 668 rûpelan pêk tê ya darbarê 35 girtî 61 siyasetmedarên kurd û endamên komleyê de li Dîlokê hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Di îdîanameyê de, dozger xwe ne girt û ji HDP’ê re got “Qaşo partî” û xebatên wê sûc dîtin.    Di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê bi rêve bir de, polîsan di 14’ê Mijdara 2019’an de bi awayekê hem wext bi ser gelek malan de girtin, 57 siyasetmedarên kurd ên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de, binçav kiribûn. Dûre 35 kes sewqî dadgehê hatibûn kirin û bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hatibûn girtin. Siyasetmedarên 6 mehan bi awayekê teknîkî û fîzîkî hatibûn şopandin, xebatên wan ên partiyê,  ji wan hatibû pirsîn.     ÎDÎANAMEYEK JI 668 RÛPELAN PÊK TÊ AMADE KIRIN   Dozgerê  ku îdîanameya derbarê 35 jê girtî 61 kesan de amade kiribû, pêşkêşî dadgehê kir. Îdîanameya ji 668 rûpelan pêk tê ya li ser îdîayên “Endatiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin”, “Madeyên teqemeniyê li gel xwe girtin û peyda kirin” û “Li djî qanûna pêşîlêgirtina finansmana terorîzmê derketin” hatibû amadekirin ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ve hat qebûl kirin. Danişîna yekemîn di 23’yê Mijdarê de wê bê lidarxistin.    ÎDÎAYA ‘RÊXISTINA KCK’Ê’   Di îdîanameyê de, partiyên siyasî yên weke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Ciwanên HDDP’ê, Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), sazî û komele weke girêdayî KCK’ê hat cih girtin. Bersûc jî bi îdîayên “Rêxistina Qada Malî û Aborî”, “Rêxistina Qada Jinê”, “Koordînasyona Bajêr”, “Rêxistina Koordînasyona Derve ya Girtîgehan” û “Rêxistina Ciwanan” hatin sûcdarkirin. Dîsa xebatên mîna zikat, fitir, zerf û kartên Newrozê di çarçoveya xebatên “Rêxistina Qadê ya Malî ya KCK’ê” de hatin nîşandan.    ‘QAŞO’ PARTÎ: HDP   Dozgerê ku îdîaname amede kir, xwe negirt û ji partiya HDP’ê re got ‘qaşo partî’ û Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Muslum Kiliç û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Şahînbeyê weke delegeyên KCD’ê nîşan dan. Di beşeke mezin a îdîanemyê de, hat îdîakirin ku HDP xebatên KCK’ê,dibin navê partiya siyasî de bi rêve dibe.    HEVDÎTINA BI BIRA RE SÛC DÎTIN!    Di heman demê de, Hevserokê HDP’ê yê Şahînbey Mehmet Ozkan ji birayê xwe Cuma Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê re pere dişîne jî weke delîlên “Koordînasyoan Derve ya Girtîgehan” di îdînameyê de cih digirin.   TOGRUL: HEWL DIDIN KRÎMÎNALÎZE BIKIN   Parlameterê  HDP’ê yê Dîlokê  Mahmût Togrûl îdîanameya darbarê siyasetmedarê kurd de hat amadekirin nirxand û wiha got: “Hewl didin partiya me krîmînalîze  bikin û armanca dikin ku nekare xebatên xwe bi rêve bibe. Li Dîlokê helwdanek taybet heye. Hemû xebatên partiyê weke ‘xebatên rêxistinê’ lanse kirine. Bi vê jî dixwazin pêşiya mirovên ku dixwazin bên partiya me bigirin. Li Tirkiyeyê partiya me, partiya 3’yemîne. Bêyî HDP’ê ne pêkane ku demokrasî li vî welatî pêş bikeve.”    ‘HIQÛQÊ TUNE DI HESIBÎNIN’   Togrûl, da zanîn ku hiqûqê tune dihesibînin û wiha bi lêv kir: “Darazê rêzikname û bernameya me qebûl kiriye. Hemû xebatên partiya me legelan. Lê desthilatdarî dixwaze xebatên me îlegal nîşan bide. Di destê wan de tu sûcdariyek tuneye. Daraz kirine amûrê xwe û bi hêzên ewlekariyê jî zextan li partiya me dikin. Bi vî awayî hevalên me didin girtin. Bêhiqûqiyek mezin heye. Bi van hewldanan dixwazin partiya me linç bikin. Lê di rastiyê de wê nekarin HDP’ê asteng bikin. Her roja diçe ew biçûk dibin.  Çi dema ku tengav dibin êrîşî me dikin. Ligel van zext û zoriyan jî, her roja diçe HDP mezin dibe û ji bo Tirkiyeyê diyarker dibe.”    SIYASETMEDARÊN GIRTÎ TÊN DARIZANDIN   Navê siyasetmedarên di çarçoveya dosyayê de girtine wihe ye: “Hevserokên DBP’ê yên bajêr yên berê Fadîle Dîkîcî û Abdullah Înce, Hevserokê HDP’ê yê berê Muslum Kiliç, Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Şehîdkamil ê berê Selman Tutumlû, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Şahînbey ê berê Mehmet Ozkan, Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Şehîtkamîl Tahîr Altug, Hevserokê HDP’ê yê Şahînbey ê berê Îsmaîl Berkpinar, Hevseroka HDP’ê ya Şehîtkamîl a berê Bîrcan Demîr , dayika aşiyê Dûrrî Kaygusûz, endamên PM’a HDP’ê Omer Farûk Koç, Guler Erat, Fatma Lebe, rêveberê Kurdî Derê ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Zekî Demîr, rêveberê HDP’ê yê Şahînbey Şukrûllah Ozalan, rêveberê DBP’ê yê navçeyê yê berê Nafî Demîr, hesabgire HDP’ê yê Bajêr Kasim Şan, rêveberên DBP’ê yên berê Emîn Kavak û Ahmet Îlbaş, rêveberê HDP’ê yê bajêr Mûstafa Tûç, xebatkarên HDP’ê Şefik Sondu, Mehmet Çiftçi, Nesime Çınar, Hasret Ergin, Habat Gengeç, Mehmet Emin Gumuştekin, Muslum Şahinsoy, Serhat Yildirim, Suleyman Yagiz, Diyar Bayram, Halil Kiliç, Cumali Taşçi, xwendekarê zanîngehê Ramazan Kuas, Azime Bali, Muslum Ozkan û Çengiz Tunç.   Navê kesên di çarçoveya dosyayê de ne girtî tên dariznadin jî wiha ye: Servet Bayram, Mahmut Aycan, Şahin Demir, Ali Yildiz, Mehmet Karayilan, Sultan Bayindir, Hamza Bayindir, Faik Dursun, Guli Yaman, Mehmet Şahin, Nuray Goktepe, Bedran Fermanoglu, Sedika Yaman, Mustafa Yucel, Bekir Emlik, Hatice Kuçuker, İbrahim Kaya, Sultan Ozalp, Abdurahman Yalin, Parêzer Ahmet Hartavi, Azad İder, Diyar Beçet, Erol Daşdelen, Hasret Ergin, Huseyin Kiliç, Omer Gumuştekin û Merve Oztep.     MA / Bariş Polat