Îfadeya Abarakov wê dîsa bê girtin 2020-07-29 19:15:46 DERSIM - Şikbarê windabûna Gulîstan Dokû Zaynal Abakarov wê dîsa îfade bide.   Hat zanîn ku di lêpirsîna Xwendekara Zanîngehê ya Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya di 5'ê Çileyê de li Dersimê winda bû de, şikbarê serke Zaynal Abakarov wê dîsan îfade bide. Parêzerê malbata Dokû Alî Çîmen, diyar kir ku biyar hatiye dayîn, Abakarov bi zora polîsan be jî divê îfade bide.