Li Amedê rojane testa 300 kesî pozîtîf derdikeve 2020-07-29 16:02:33 AMED – Platforma Tenduristiyê y Amedê diyar kir ku li Amedê rojane bi ser 300 kesî re testa wan pozîtîf derdikeve û li nexweşxaneyên bajêr bi ser 600 nexweşî razandî ne û ji bo tevdîriyan hişyarî da xelkê.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî geşedanên rojane yên vîrûsa koronayê li Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên saziyên tenduristiyê beşdarî civînê bûn. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran daxuyanî xwend û diyar kir ku metirsî û berbelavbûna vîrûsê di nava civakê de didome.    HEJMAR ZÊDE DIBE    Tûran bal kişand ser zêdebûna kesên bi koronayê dikevin û di daneyên rojane yên Wezareta Tenduristiyê belav dike jî de tê dîtin ku rewşa bajarên herêmên çiqas xerab e. Tûran da zanîn ku piştî nîvê meha hezîranê li bajarên herêmê weqayên koronayê gelek zêde bûne û hejmara pêketî û qurbaniyan li bajarên herêmê her ku diçe zêde dibe.    DI HEJMARA TESTAN DE JI SEDÎ 22 KÊMBÛN HEYE    Tûran diyar kir ku serkeftina li dijî koronayê li Tirkiyê tê nîşandan rastiyê nîşan nade û di rojên dawî de ji sedî 22 di hejmara kirina testan de kêmbûn heye û di encama vê yekê de jî ji sedî 23 kêmbûnek weqayan  heye. Tûran bi bîr xist ku ji aliyê rayedaran ve tevdîrên pêwîste nayên girtin û ew bi hejmarek zêde ya ku nexweşên li nexweşxaneyan razandîne û jiyana xwe ji dest didin re rûbirû ne. Tûran got li bajarên din jî yên herêmê rewş ji Amedê ne cudatir e û du roj berê nexweşek bi navê Şeref Yildiz ji ber li nexweşxaneyên bajarên herêmê cih nedîtiye ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye. Tûran got çend roj berê ji ber koronayê li taxek navçeya Farqînê bi ser 10 kesî re jiyana xwe ji dest daye.    LI NEXWEŞXANEYAN 600 NEXWEŞ RAZANDÎ NE    Tûran anî ziman ku li nexweşxaneyên bajêr bi ser 600 nexweşî re razanîne û 100 heb ji wan li Unîteya Lênêrîna Awarte de razandînê. Tûran diyar kir ku bi qasî wan xwe gihandiyê di hefteyek dawî de li Amedê rojane bi ser 300 re testa PCR pozîtîf derdikeve û ev hejmar ji 1/3’ê nexweşên Tirkiyê îfade dike. Tûran da zanîn ku ji ber şewbê di rojên dawî de li Amedê hejmara pêketiyan bi awayek awarte zêde bûye û çûnehatina cejnê û gelek serdanên din metirsiyê zêde dike. Tûran got bi qasî wan agahiyan bi dest xistine bi ser 296 re xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine û xebatkarên tenduristiyê di bin rîskek mezin de dixebitin.    Tûran di dawiya daxuyaniyê de ji bo 21 tevdîrên li dijî koronayê werin girtin rêz kir û bang û hişyariyê da xelkê ku tevdîrên xwe bigirin û xwe ji pêketina koronayê biparêz in.   YERLÎKAYA HIŞYARÎ DA XELKÊ    Piştî daxuyaniyê endamê Odeya Bijîşkan Dr. Halîs Yerlîkaya jî bi kurdî têkildarî rewşa dane û tevdîrên ji bo koronayê bi kurdî axivî û pirsên rojnamegeran bersivand. Yerlîkaya jî got hejmara pêketî û qurbaniyên koronayê li bajarên herêmê zêde bûne û hişyarî da xelkê ku tevdîrên li dijî koronayê sist nekin û baldar bin.    Pişt re civîn bi dawî bû.