Hempîşeyên Unsal û Tîmtîk ji bo wan bang kirin 2020-07-29 15:04:40   STENBOL – Di “Nobeta Edaletê” de hat xwestin ku Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal demildest bên berdan û ev hişyarî hat kirin: “Di rewşeke berovajî de ji rîsqeke ku di tenduristiya wan de pêk bê hûn ê berpirsyar bin.”    Parêzeran, di “Nobeta Edaletê” ya ku ji bo girtiyan li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê tê girtin de vê hefteyê bi daxwaza “darizandina adîl” bal kişandin ser rewşa parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de ne. Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û gelek parêzerên din tevlî nobetê bûn. Di nobetê de parêzeran pankarta “Jiyana Ebrû û Aytaç di bin rîsqeke mezin de ye, bila daxwaza wan ban bê bersivandin, Ebrû û Aytaç bên berdan.” Vekirin û wêneyên parêzerên di rojiya mirinê de hilgirtin.    ‘LAŞÊ WAN HELIYA’   Endama HHB’ê Ayşegul Çagatay, bi bîr xist ku hempîşeyên wan Ebrû Tîmtîk 209 û Aytaç Unsal jî 178 roj in di rojiya mirinê de ne û wiha got: “Tevahiya jiyana xwe ji bo edaletê têkoşiyan. Dema ku li hucreyên beton hatin girtîgehkirin û hat xwestin ku bên bêdengkirin jî li dijî neheqiyan bi birçîbûnê axivîn û qiriyan. Çavên wan hê bi bawerî û berxwedana biçirise jî laşê wan heliya.”   'SEWQÎ SAZIYA TIPA EDLÎ KIRIN'   Çagatay, da zanîn ku Tîmtîk daketiye 35 û Unsal jî daketiye 55 kîloyan û ev tişt anî ziman: “Tenduristiya her roj hinekî din xera bû. Mayîna wan a girtîgehê hatiye asta ku nikare bê telafîkirin. Bi hempîşeyên xwe re me bi dehan daxwaznameyên berdanê da. Di encama helwdan û keda me de îro serê sibehê Ebrû û Aytaç sewqî Saziya Tipa Edlî hatin kirin. Niha jî em daxwaz dikin ku qet li benda rapora ku ji wir derkeve neyê sekinandin û 37’emîn Dadgeha Cezaya Giran biryarek bide. Hevalên me demildest berdin. Di rewşeke berovajî de ji rîsqeke ku di tenduristiya wan de pêk bê hûn ê berpirsyar bin.”   Piştî daxuyaniyê parêzeran daxwaznameyên ku ji bo Tîmtîk û Unsal amade kiribûn, ji bo ku pêşkêşî  37’emîn Dadgeha Cezaya Giran bikin derbasî edliyeyê bûn.