Qeyûm mala şînê ya tune şewitand! 2020-07-29 10:43:09   SÊRT – Şaredariya Sêrtê ku ji aliyê qeyûm ve tê bi rêvebirin, angaşt kir ku mala şînê ya daye Ocaxên Mengî dema bûyerên Kobanê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatiye şewitandin. Lê derket holê ku wê demê avahiya mala şînê nehatiye lêkirin.   Qeyûmê Sêrtê, di civîneke meclisê ya şaredariyê de ku bi encûmanan re li dar xist, biryar da ku mala şînê ya li taxa Bahçelîevlerê bide Ocaxên Mengî. Ji ber ku dayina malî şîna ya Ocaxên Mengî di nav raya giştî de bû sedemên bertekên tund, qeyûm, derbarê mijarê de daxuyaniyeke ji rastiyê dûr da.    ANGAŞTA YA HILWEŞANDINÊ    Di daxuyaniyê de qeyûm dayîna mala şîne ya Ocaxên Mengî parast û angaşt kir ku avahiya mala şînê dema bûyerên Kobanê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatiye şewitandin û piştî ku hatiye sererastkirin, di 13’ê cotmeha 2019’an de careke din hatiye vekirin. Lê berovajiyê angaşta qeyûm, derket holê ku dema van bûyeran avahiya mala şînê hê nehatiye lêkirin û cihê wê arazaiyekî vala bûye. Li ser bernameya Google Eart’ê jî dema ku bi agahiyên navnîşana “Taxa Bahçelîevler 1421.1 Kuçe, No:1” mala şînê tê nêrîn, cihê avahiya mala şînê vala xuya dike.    LÊKIRINA WÊ 2016’AN DE DEST PÊ KIRIYE   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di Hilbijartinên Herêmî yên 2014’an de Şaredariya Sêrtê qezenc kir, li ser daxwaza gel di sala 1016’an de mala şînê ya mijara gotinê ye lê kiriye. Lê ji ber tayînkirina qeyûman mala şînê 2 salan nehat vekirin. Piştre di sala 2018’an de qeyûm mala şînê da Navenda Piştgiriya Malbatê (ADEM) ya girêdayî Walîtiya Sêrtê.   QEYÛMAN DAYE OCAXÊN MENGÎ   Di Hilbijartinên Herêmî yên 2019’an de piştî ku şaredarî ket destê HDP’ê, Ocaxên Mengî avahiya mala şînê ya betal temîr kirin û desteser kirin. Rêveberiya şaredariyê ya HDP’î, di 10 cotmeha 2019’an de bi biryara meclisa şaredariyê dayîna mala şînê betal kir û biryar da ku avahî careke din li şaredariyê bê vegerandin. Li gel biryarê jî avahî li şaredariyê nehat vegerandin. Bi tayînkirina qeyûm a cara duyemîn re, avahî careke din bi biryara meclisa şaredariyê ji Ocaxên Mengî re hat terxankirin.    BAKIRHAN: MALA ŞÎNÊ NEHATIYE ŞEWITANDIN   Hevşaredarê demê yê Sêrtê Tûncer Bakirhan, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ji ber ku avahî wê demê nehatiye lêkirin ne pêkane ku di sala 2014’an de bê şewitandin û ev tişt got: “Wê demê cihê mala şînê araziyekî vala yê şaredariyê bû. Dema 6-8’ê cotmehê tu maleke şînê jî nehat şewitandin. Daxuyaniya şewitandinê ya qeyûm nîşan dide ku çawa hewl didin bi derewan ser hin tiştan bixumînin. Wê demê me mala şînê tenê weke mala şînê ava nekir. Me hem weke mala şînê hem jî navenda çandê ava kir. Li ser daxwaza gel me wiha kir. Heta ji ber ku pereyê me tunebûn xêrxwazekî ku ne xwest navê xwe bide mala şînê ya mijara gotinê ye çêkir. Me yê jî weke mala şînê û navenda çandê dizayn bikira, lê nebû, lewre qeyûm hat tayînkirin û em hatin girtin.”   ‘QEYÛM NE TENÊ XESPKIRINA VÎNÊ YE’   Bakirhan, destnîşan kir ku qeyûm ne tenê xespkirina vînê ye û nirxandinên xwe yên derbarê destserkirina mala şînê wiha domand: “Her tiştê ku me hilberand, talan kirin. Ya pêşkêşî xwe kirin ya pêşkêşî alîgirên kirin ya jî pêşkêşî hevalên xwe kirin. Çanda şînê di civaka kurd û ereb de tê wateya piştevaniyê. Tiştekî pîroz e. Terxankirina mala şînê ya ji bo saziyeke bîrdozî ku li Sêrtê tu bingeheke wê tuneye, heqarete ji bo pîroziya gelê Sêrtê ye. Sêrtî vê aşkera dibînin. Li taxa Bahçelîevlerê gelê kurd û ereb niştecih in. Terxankirina mala şînê ya ku van mirovan bi salan daxwaz kirin a ji bo hinekên din heqareta li gel e.”   IŞIK: EW DER MALÊ GEL E   Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ku di meha gulanê de qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî da zanîn ku beriya tayînkirina qeyûm bi biryara meclisê biryar dane ku mala şînê li wan bê vegerandin lê li wan nehatiye vegerandin û wiha got: “Ji ber ku avahî li şaredariyê nehat vegerandin, qeyûm sererastkirina qanûnî kiriye. Ew der nabe ya Ocaxên Mengî , lewre ew der a gel e. Me berê jî digot ew der a gel e û îro ya gel hatiye xespkirin. Qeyûm zihniyeta xwe ya talanê îro jî didomînin. Daxuyaniyeke din a vê yekê tuneye.”    MA / Metîn Yoksû