Ji ber şîna xwişka xwe hat sûcdarkirin! 2020-07-29 09:04:26   AMED – Derbarê nivîskar-weşanger Azad Zal ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hat girtin û berdan dozname hat amadekirin û jê re heta 15 sal cezayê hepsê tê xwestin û ew bi danîna şîna xwîşka xwe tê sûcdarkirin.    Nivîskar û weşanger Azad Zal (Mehmet Gongormuş) jî di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û piştî demek kin ji hepsê hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Zal de dozname amade kir û radestî 8’emîn Dadadgeha Cezayê Giran a Amedê kir û dadger doznameyê pejirand.    Di doznameya Zal de cih dane hûrguliyên derbarê KCD’ê de. Her wiha di doznameyê de tê îdîakirin ku KCD “rêxistina terorê ye.” Dadgeha Bilind beriya niha ji ber ku hevserokên KCD’ê yên berê Aysel Tûglûk û Selma Irmak bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” dît û cezayê wan pejirand, KCD jî piştî vê biryarê wek “rêxistina terorê” hat nîşandan û emsal dîtin.    XEBATÊN ZIMAN WEK SÛC HAT DÎTIN!   Di doznameyê de Zal bi hêceta ku xebatên ziman û wêjeya kurdî di bin banê KURDÎ-DER’ê de birêve biriye û endamê wê bûye, şîna xwîşka xwe daniye û beşdariya bernameyek televîzyonê ya li ser wêjeyê tê sûcdarkirin û ev yek wek delîl tên nîşandan.    ŞÎN Û BERNAME KIRINE SÛC!   Di doznameyê de ji ber ku Zal cihê mezelek hevalê xwe yê lîseyê bi telefonê ji kesek bi navê M., pirsiye û ew gora endamê HPG’ê bûye tê sûcdarkirin. Ji ber ku Zal peyamên dost, nas û xizmên wî ji bo serxweşiya xwişka wî ya endama HPG’ê bûye û jiyana xwe ji dest daye wergirtiye û veşartina cenaze wek “pêwîstiya peymana KCK’ê” hatiye dîtin. Beşdariya nivîskar-weşanger Zal a bernameyek wêjeya ya televîzyonek kurdî jî wek sûc hatiye dîtin.    Di doznameyê de ji bo Zal ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.