Yaylali: Dewlet jinên kurd wek gefê dibîne 2020-07-29 09:04:07   STENBOL – Yannîs Vasîlîs Yaylali yê di salên 1990’î de li bajarên herêmê leşkeriyê kir û dest ji leşkeriyê berda diyar kir ku dewlet ango leşkerên dewletê jinên kurd ji xwe re wek gef dibîne û li dijî wan êrişên zayendî pêk tînin.     Li dijî jinên kurd zextên siyasî, civakî, çandî û aborî wek dubareya salên 1990’î pêk tê. Bi taybetî li dijî zarokên kurd esker û polîs îstîsmara zayendî dikin û li dijî jinan jî êrişa zayendî pêk tînin. Ev yek di demên dawî de bale dikişîne ser xwe. Bûyerên êrişên zayendî yên li Şirnex û Êlihê pêk hatin sepanên salên 90’î yên li dijî jin û zarokên kurd dihatin kirin tîne bîra mirovan.    Aktîvîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali yê di salên 90’î de li bajarên herêmê leşkeriyê dikir polîtîkaya destdirêjî û tecawizê bi destê leşkeran pêk tê nirxand.    ‘NIHA JÎ JINÊN KURD DI DORÊ DE NE’   Yaylali diyar kir ku êrişên li dijî jinên kurd ne nû ne û ewilî tundî û êrişên zayendî li dijî jinên ermen, suryanî, rûm dihat birêvebirin û niha jî jinên kurd di hedefa êrişan de ne. Yaylali anî ziman ku di polîtîkaya qirkirinê de li dijî jin û zarokan îstîsmara zayendî û êrişên zayendî yên sîstematîk pêk tên û hed û hesabê jin û zarokên tên qetilkirin û tên îstîsmarkirin tune ye.    JI OSMANIYAN HETA ROJA ÎRO    Yaylali anî ziman ku dema ew li vê rewşê dinêrin rewşa artêşa tirk a li bajarên kurdan baş tê fêmkirin û got: “Artêşa tirk li dijî kurdan şer dike. Dibêjin ‘em li dijî PKK’ê ne ne li dijî kurdan e.’ Ev gotina wan tam jî derewek mezin e. Ji Osmaniyan heta roja me ya îro terzek dewletê heye. Heta ku tu tune nekin ji gelan nagerin. A îro li Kurdistanê tê birêvebirin jî ev e.”    ‘DEWLET JINÊN KURD WEK GEFÊ JI XWE RE DIBÎNE’    Yaylali destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê niha dixwaze polîtîkaya xwe ya berê li ser gelê kurd û jinên kurd birêve bibe û wiha got: “Destkeftiyên gelê kurd û jinên kurd her ku diçe berfireh dibin, êrişên li dijî wan jî zêde dibin. Rê û rêbazên êrişên li dijî jinan jî hatine guhertin. Di roja me ya îro de tenê ne li Êlih, Şirnex û bajarên din, Rojava jî di nav de dewletê jinan kiriye armanca xwe. Dewlet gefê li jinan dixwe. Dixwazin bi van rêbazan peşkê li destkeftiyên gelê kurd bixin û têk bibin. Gelê kurd tenê ne civaka xwe vediguherîne. Di heman demê de derdora xwe birêve dibe û diguherîne û vediguherîne. Lê dewlet vê yekê ji xwe re wek gef dibîne. Loma ji bo vê îradeyê bişkîne destdirêjî û tecawiza li dijî jinan zêde dike.”    NIKARIBÛYE KIRITIYÊ QEBÛL BIKE    Yaylali di dawiyê de got ji ber ku di salên 1990’î de dema leşkeriyê dikir tiştên li ber çavê wî dihatin kirin û birêvebirin nikaribûye qebûl bike û wî di taliyê de dest ji leşkeriyê berdaye. Yaylali da zanîn ku wî di wan salan de ji gelek sepanên kirêt re şahidiyê kiriye û leşkeran bi sepanên nebaş jinan wek amûra çewisandinê bikar dianîn.    MA / Semra Tûran