‘Goristana Kîlyosê ji komkujiyên Zîlan û Dersimê necudatir e’ 2020-07-29 09:01:51   STENBOL – Nûnerên rêxistinên civakî diyar kirin ku cenazeyên li Kîlyosê li peyarêyê hatine definkirin ji komkujiyên Dersim û Zîlanê necudatir e.    Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di 19’ê kanûna 2017’an de hat hilweşandin û bêagahiya tu kesî 282 cenaze derxistin birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Cenaze pişt re birin li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê veşartin. Heta îro 22 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Hêj 260 cenaze li peyarêya Goristana Kîlyosê li benda radestkirina malbatên xwe ne.    Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (STO) diyar kirin ku veşartina cenazeyan li peyarêyê şerma dewletê ye û heta cenaze li wir veşartîbin wê ev şerm berdewam bike.    ‘TIRKIYE SÛC KIRIYE’    Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê hat bidawîkirin û bi destpêkirina pêvajoya şer re binpêkirinên mafan ên giran qewimîne û got: “Hilweşandina goristanan û rûxandina goran û derxistina cenazeyan a bêagahiya malbatan nêzîkatiyek dijmanane ye. Êrişên li dijî goristanan binpêkirina mafan a herî giran e. Dema Tirkiye vê dike hem yasayên xwe hem jî yasayên navnetewî tune dihesibîne. Ji ber vê yekê jî Tirkiyê sûc kiriye. Nedana cenazeyan û nêzîkatiya li hember cenazeyan êşa malbatan zêdetir dike. Divê di vî warî de rêxistinên civakî yên sivîl berpirsiyariya xwe bînin cih.”    ‘DEWAMA KOMKUJIYA ZÎLAN Û DERSIMÊ YE’    Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Şêhmûz Işik jî anî ziman ku ji damezrandina komarê vir ve kurd wek “dabeşdar, terorîst û eşqiya” tên pênasekirin û ji ber vê yekê jî kurd her tim bi komkujiyan re hevrû dimînin. Işik bi bîr xist ku bi deh hezaran welatiyên di komkujiyên Zîlan û Dersimê de hatine kuştin li çalên hatine vedan hatine veşartin û tişta li Goristana Xerzanê jî qewimiye jî ji Zîlan û Dersimê necudatir e. Işik da zanîn ku êrişên li dijî cenazeyên kurdan ne nû ye û got: “Guh û serê cenazeyan tên jêkirin. Cenaze li qada şer tên hiştin. Li çal û biran tên veşartin. Cenaze radestî malbatan nayên kirin. Nahêlin ku malbat wecîbeyên olî yên cenazeyan bikin. Mirov dikare bêhejmar mînakên wisa bide.”    ‘AGAHIYA DEWLETÊ JÊ HEYE’    Işik destnîşan kir ku cenazeyên li peyarêya Goristana Kîlyosê hatine veşartin bi agahiya dewletê pêk hatiye û ew ê bibin şopdarê mijara cenazeyan û ew vê yekê wek konsepta êrişa li dijî kurdan pênase dikin. Işik got çawa ew her dem li nirxên xwe xwedî derketine dê ji niha şûn ve jî li nirxên xwe xwedî derkevin û divê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û her alî li dijî van kirinên cenazeyan bêdeng nemînin.    MA / Erdogan Alayûmat