Dayikên Aştiyê: Tecrîd dibe sedema rondikên çavên dayikan 2020-07-29 09:01:01   STENBOL - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li dijî Rêbeberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Adresa çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din Îmraliye. Tecrîd dibe sedama rondikên çavên dayikan.”   Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike dan û gotin, di şexsê Ocalan de gelê kurd hatiye tecrîdkirin.  Endamên înîsiyatîfê, dan zanîn ku adresa çareseriya pirsgirêka gelê kurd û hemû pirsgirêkên din Ocalane.    ‘FIKIR Û RAMANÊN OCALAN BERFIREHIN’   Dayika Aştiyê Bedîa Gokgoz, diyar kir ku ramanên Ocalan berfirehin û wiha axivÎ: “Fikrên Ocalan xizmeta aştiya hemû cîhanê dike. Di şexsê Ocalan de hemû civak dibin tecrîdê deye. Ger tecrîd tunebe, wê şerên li Sûriye, Lîbya û Herêma Federe ya Kurdistanê jî tune bin. Ji bo ku Birêz Ocalan dikare aştiyê pêk bîne, ji ber vê tecrîd dikin.”   Gokgoz, istara AKP’ê ya di şer de jî nirxand û wiha got: “Çi dema ku tecrîd rabe, em ê wê demê bibînin ku aştî çawan pêş dikeve. Wê şer bi dawî bibin û pêşketin mezin çêbin. Çi dema ku şer bi dawî bibe, wê desthilatdarî nekare êdî zordestiya xwe dewam bike. Niha her alî veguheriye qadên şer. Desthilatdariya xwe li ser şer ava kirine. Ji ber vê naxwazin şer jî bi dawî bibe. Serokê me jî aştiyê dixwaze. Ev jî bi kêrî wan nayê. Ji ber vê tecrîdê girantir dikin.”   ‘HEMÛ CIVAK BÊNEFES MAYE’   Gokgoz, bal kişand ser hewl danen Ocalan ên aştiyê jî û wiha  bilêv kir: “Ocalan ligel hemû bêderfetyan jî, di pêvajoya çareseriyê de, fikir û ramanên xwe vegotin. Di saya van fikir û ramanên wî de, li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî û gelek pirsgirêkên din baş bûn. Lê di rewşa heyî ya niha de, her ku diçe krîza aborî, bêkarî,  komkujiyên jinan û gelek pirsgirêkên din mezin dibin. Gelek ji van pirsgirêkan bi tecrîtê ve girêdayîne. Ew mîmarê aştiyê ye û em jî Dayikên Aştiyê ne. Dema ku ew rê vedike, em jî rehet dibin. Ji ber vê naxwazin rêya me vebe. Êdî hemû civak bênefes maye.”    ‘PÊDIVIYA HER KESÎ BI SEROK HEYE’   Ji dayikên aştiyê Cemîle Çîftçî jî, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelên kurd, erep, tirk, ecem û hemû gelane. Çîftçî, dest nîşan kir ku ger tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe, wê tecrîda li ser her kesî rabe û wiha bertek nîşan da: “Kilîda aştiyê di destê Ocalan deye. Ger li her heman maseyê bê rûniştin wê ev pirsgirêk çareser bibe. Ez dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan bê berdan. Ne tenê pêdiviya me bi Birêz Ocalan heye, pêdiviya hemû kesan bi Ocalan heye. Heya ku di Îmraliyê de be, ne emê azad bibin, ne dewlet azad dibe û ne jî kesek din azad dibe.”    DEMA KURDANE   Çîftçî, diyar kir ku şerek giran heye û wiha daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan kir : “Em dixwazin li ser heman maseyê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heta ku tecrîd dewam bike, wê şer jî dewam bike. Ger wisan biçe, wê çareserî jî pir zor bibe. AKP ji bo ku desthilatdariya xwe winda neke, her ku diçe şer û tecrîdê girantir dike. Ji tirsa xwe wisan dike. Ji gelê kurd ditirse. Lê êdî bi hemû kiryar û polîtîkayên xwe rezîl bûne. Dewlet dixwaze Ocalan di Îmraliyê bimîne û kurd jî bi awayekî ezîl bijîn. Lê kurd tu carî rezîl nabin. Ji bo kurdan jî wê rojek were û Birêz Ocalan ji girtîgehê derbikeve. Heya ku zarokekê kurd jî bimîne, em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Êdî dem hatiye. Dem dema kurdane. Xwedê hezkê, wê kurd qezencên xwe bi dest bixin.”    ‘TECRÎD SEDEMA RONDIKÊN ÇAVÊN DAYIKANE   Behiye Dûman jî, derbirî ku di şexsê Birêz Ocalan de 40 mîlyon kurd di tecrîdê dene û wiha lê zêde kir: “Ji berku ew rêberê gelekê ye. Ew rêberê Kurdistanê ye. Tecrîd me pir diêşîne û heqareta herî mezin a li dijî gelê kurde. Tecrîd sedama rondikên çavên dayikane. Bila vê tecrîda girankirî rakin. Ji ber ku di encama tecrîdê de rijandina xwîn, şer, kuştina ciwanan, wêrankirin û hilweşandina cih û warên mirovan heye. Em dixwazin tecrîda li Îmraliyê û hemû girtîgehan bi dawî bibe.”     ‘OCALAN LI DIJÎ ZILMÊ TÊDIKOŞE’   Duman, da zanî ku li dijî gelê kurd zilmek mezin hebû û wiha bi dawî kir: “Navê gelê kurd hatibû qedexe kirin û bi her awayî dihat înkar kirin. Ocalan li dijî vê têkoşiya û gelê kurd bi cîhanê da nasîn. Têkoşîna Ocalan ji bo ziman, çand û nasnameya me ye. Ji bo ku bêhuqiya li dijî kurdan bi dawî bibe têkoşiya. Li dijî zilmê serî rakir. Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe têkoşiya. Bi hezaran ciwanên me di vê oxirê de şehîd bûn. Em vê tecrîd qebûl nakin. Ez bang li gelê kurd dikim, werin em di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de, li dijî tecrîdê bibin yek.”    MA / Îdrîs Sayilgan