Bi çeka bavê xwe hewl da întîhar bike 2020-07-28 16:48:44   MÊRDÎN - Li Taxa Yenîşehîrê ya Mêrdînê jina ciwan a 20 salî ji ber sedemeke nediyar xwest bi çeka bavê xwe întîhar bike.    Li Taxa Yenîşehîrê ya Mêrdînê jina 20 salî ya bi navê B.A. ji ber sedemeke nehat zanîn bi çeka bavê xwe hewl da ku întîhar bike.    Piştî bûyerê  B.A. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat ragihandin ku rewşa B.A. girane.