Simîtfroşê nikarîbû biçe Enqereyê xwest întîhar bike 2020-07-28 16:26:05   AMED – Li Amedê welatî H.Ş. ku simît difirotin ji ber nikaribûye bilêt bikire û biçe Enqereyê hewl da întîhar bike. Di encama qanihkirinê de H.Ş. anîn xwarê û ew birin nexweşxaneyê.   Li serê Kolana Lîseyê ya li Semta Çamlica ya navçeya Yenîşehîra Amedê welatiyê bi navê H.Ş. temenê wî derdora 30 salî bû bi hêceta ku nikare bilet bikire û biçe Enqereyê, li gel sîniya xwe ya simîtan derket ser avahiyekê û xwest xwe biavêje xwarê û întîhar bike. Welatî li ser avahiyê dengê xwe bilind kir û kiremîtên ser avahiyê avêt erdê.   Di kêliyek kin de ekîbên polîs, agirkuj û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Welatîyên avahiyên derdorê, welatiyên kom bûn û polîsan bang li H.Ş. kirin û xwestin wî qanih bikin ku xwe neavêje xwarê.   Qanihkirina H.Ş. demek dirêj dom kir û bi hewldana welatî û polîsên çûn ser avahiyê ew qanihkirin û anîn xwarê. H.Ş. li ambûlansê siwar kirin û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî.