103 meh derbas bûn: Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye 2020-07-28 15:20:00 ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî di 103’emîn meha Komkujiya Roboskî de daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê erdnîgariyê, rêya aştî û edaletê, teqez wê di Roboskiyê re derbas bibe.”   Hewldana Edaletê  ya ji bo Roboskî, di 103’yemîn meha Komkujiya Roboskî ya 19 jê zarok 34 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan de, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Enqerê Fatîh Kanat di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 3 hezar û 135 roj derbas bûn, lê hîna jî edalet pek nehatiye. Ji bo ku komkujiyên mîna yên Roboskî rû nedin, divê pêşiya necezakirinê bê girtin. Li vî welatî hîna jî mafê mirovan nayê naskirin, mirov tên kuştin û ji bo hemûyan edalet nayê bi cih anîn. Li cihekê ku edalet lê tunebe, komkujî jî nayin asteng kirin.”   ‘KOMKUJÎ XELAT KIRIN’   Kanat, da zanîn ku rêyên hiqûqî yên navxweyî yên Tirkiyeyê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), bi polîtîkayên necezakirinê komkujî xelat kirin    ‘RÊYA AŞTIYÊ DI ROBOSKÎ RE DERBAS DIBE’   Kanat, dest nîşan kir ku heya edalet neyê Roboskî, wê edalet neyê Tirkiyeyê jî û wiha got: “Di serî de ji bo Roboskî, em li dijî şer û tundiyê mafên xwe yên îtîrazê, bê navber bi kar bînin. Sedama tiştên tên serê me, tunebûna dewlet, edalet û cezakirinê ye. Em alîgirê edalet û aştiyê digirin. Heya ku ji bo Roboskî edalet pek were, em ê li ser cihên xwe rehet ne razin û nedin razandin. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê erdnîgariyê, rêya aştî û edaletê, teqez wê di Roboskiyê re derbas bibe.”