Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin 2020-07-28 15:00:54   ŞIRNEX – Li Cizîrê, bi biryareke ku ji xwedîyên saheyên xalî re hat şandin re heta fermaneke duyemîn feeliyetên werzîşê li navçeyê hatin rawestandin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi agahdarnameyeke ku ji xwedîyên saheyên xalî re hat kirin, heta fermaneke duyemîn feeliyetên werzîşê li navçeyê hatin rawestandin. Hat hînbûn ku agahdarname ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de hatiye şandin.    Li gel vê agahdarnameya ku ji xwediyên saheyên xalî re hatiye şandin jî balkêş e li navçeyê kargehên din vekirîne.