Dersim Konak nehat berdan 2020-07-28 13:58:21   DERSIM - 13’emîn danişîna doza derbarê Dersim Konak de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    13’emîn danişîna doza derbarê Dersim Konak a 3 salin li Girtîgeha Tîpa T a Curnê Reş a Rihayê girtiye bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin.    Konak ji girtîgehê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Bi hinceta şewba vîrûsa koronayê destûr hat dayîn ku tenê parêzerê Konak beşdarî danişînê bibe. Apê Dersim Konak ê berasteng Mîthat Konak ê ji bo edaletê ji navçeya Xozatê heya navenda Dersimê bi sendelya tekerlikê meşiya, negirtin danişînê.    Şahidê eşkere, îfadeyên xwe yên derbarê Konak de paşve kişandin. Konak, di parastina kir de sûcdariyên li ser xwe redkirin û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerê Konak jî, daxwaza berdana muwekîla xwe kir.    Dadgehê biryar da ku kêmasiyên di dosyeyê de bên temam kir û danişîna Konak taloqî 17’ê Mijdarê kir.