Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê 2020-07-28 11:43:14 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan Nevroz Ûysal û Mazlûm Dînç, piştî 8 salan di 2019’an de bi muekîlê re 4 hevdîtin kiribûn.     Ji 7’ê tebaxa 2019’an de ne bi erênî û ne jî bi neyînî bersiv ji serlêdana parêzeran re nayê dayîn.