Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger 2020-07-27 14:49:10   RIHA – Danişîna duyemîn a Dozgîn Temo ya ku hêzên paramîlîter wê birîndarkirin û radestî Tirkiyê kirin dê sibê li Edliya Rihayê bê lidarxistin.    Hêzên paramîlîter ên ji Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) pêk tên ku girêdayî Tirkiyê ne di êrişa li dijî gundê Mişrefa Eyn Îsa de Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) desteser û birîndar kiribûn û pişt re radestî Tirkiyê kiribûn. Danişîna duyem a doza Temo dê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê were lidarxistin.