Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye? 2020-07-27 13:44:05     ÊLIH - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, aqûbeta Cemal Abdo Killî yê Êzidî yê berî 7 salan xwest ji Efrînê biçe Hewlêrê û li ser sînorê Azezê hat revandin, bir rojeva Meclîsê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, aqûbeta Cemal Abdo Killî yê Êzidî yê berî 7 salan xwest ji Efrînê biçe bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe û li ser sînorê Azezê hat revandin, bir rojeva Meclîsê. Ûca, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne, pêşniyaz pirs da Meclîsê û bal kişan ser êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan û qetilkirin bi hezaran Êzidiyan.    7 SALIN AGAHÎ JÊ NAGIRE   Ûca di pêşniyaz pirsa da de wiha got: “Hevjîna Killî Dijle Îlyas bi 2 zarokên xwe re li Bagcilar a Stenbolê dijîn. Îlyas derbarê hevjînê xwe de ev agahî da me ‘Dema ku xwest ji Efrînê biçe Hewlêrê, li ser sînorê Azezê ji aliyê kesên bi çek ve hat revandin.’ Azez niha dibin kontrola komên biçek ên Tirkiye piştgiriya wan dikeye. Ligorî tiştên Dijle Îlyas ji me re vegotin, ev 7 salin ji hevjînê xwe agahî nagire, di girtîgehek Tirkiyeyê deye, lê bi tu awayî agahiyê jê nagire û rayedar  jî tu agahiyên fermî nadin.”    Ûca di pêşniyaz pirsa da de ev pirs kirin:    “*Îdîaya ku Cemal Abdo Killî di girtîgehên Tirkiyeyê de raste?    * Ger ev îdîa rast be, wê demê Abdo Killî di kîjan girtîgehê deye?    * Gelo çima tu agahiyek ji bo malbatê û hevjîna wî Dijle nayê dayîn?    * Ji bo ronî kirin vê bûyerê, hûnê çi xebatan bi rêve bibin?   * Gelo kesên Abdo Killi revandin, tu eleqeya wan bi komên ku Tirkiye piştgiriya wan dikere heye?    *Çend jin û zarokên Êzidî yên ji Şengalê revandin Tirkiyeyê hatin dîtin? "