Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir 2020-07-27 13:01:26   AMED - Welatî Şeref Yildiz ê bi şewba vîrûsa corona (Covît-19 ket, ji ber li 5 bajaran cih nedît ku tedawî bibe jiyana xwe ji dest da. Rayedarên nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn, Êlih, Xarpêt û Rihayê bi hinceta "cihê vala tune" Yildiz qebûl nekirin û paşve şandin. Yildiz ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Li bajarên Riha, Mêrdîn, Amed, Xarpêt û Êlihê di hefteyên dawî de şewba vîrûsa corona (Covît-19) gelek zêde belav bû. Bi sedan welatiyên ku testa wan pozitif derdikeve jî rayedarên girtîgehan wan dişînin malê û dixwazin li malê bên dermankirin. Welatî Şeref Yildiz ku bi vîrûsa corona (Covît-19) ket, li Nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerde ha Gazi Yaşargilê, Nexweşxaneya Selahattin Eyyubî, Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dicleyê geriya. Li gel ku Yildiz serî li hemû nexweşxaneyên Amedê da jî bi hinceta cih tuneye serlêdan qebûl nekirkin. Yildiz ku piştre serî li Nexweşxaneyên Mêrdîn, Riha, Êlih û Xarpêtê da wan jî bi hinceta "Cihê vala tune" serlêdan qebûl nekir.  Şeref Yildiz, ê ku serî li hemû nexweşxaneyan da û cih peyna nekir ji ber ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    UCA: MIXABIN JI BER ME CIN NEDÎT NEXWEŞÊ ME MIR    Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, li ser hesabê medya înternetê agahî parve kir û diyar kir ku mixabin ji ber wan cih peyna nekir nexweşê wan ê bi şawba vîrûs (Covid-19) û Koahê jiyana xwe ji dest da. Uca, da zanîn ku li ber çavan mirov jiyana xwe ji dest didin.    EZ NIKARIM NEFES BISTÎNIM    Hevjîna Şeref Yildiz Ruken Koyun, diyar kir ku Yildiz nexweşê koahê bû û wiha got: "Em nizanin ev nexweşî çawa gihişt wî. Duşema borî bêzar bû. Me ew bir hekîmê malbatê. Got serma girtiye û ew şand malê. Roja din dîsa agirê laşê wî zêde bû. Vê carê me ew bir nexweşxaneyek taybet. Tomografiyê wî kişandin. Bijîşk got ji sedî 90 corona ye. Piştî testa wî kirin 2 roj şûnde pozitif derket. Yildiz duh li keça xwe geriya û got nefesê nastînim.  Ji ber ku li nexweşxaneya taybet odeya entube (nefesê) tune bû, em çûn Mêrdîn, Riha, Êlih, Amed û Xarpêtê. Lê bi hinceta 'cihê vala tune' em negirtin. Hêj em li benda cihê vala bûn Yildiz jiyana xwe ji dest da."    Cenazeyê Yildiz rakirin Morga Nexweşxaneya Gazi Yaşargilê ya Amedê û piştre li Goristana Yenikoyê defin kirin.