Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min 2020-07-27 12:18:06 BEDLÎS - Dayika Pinar Gultekîn a ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hat qetilkirin Şefîka Gultekîn,  daxwaza edaletê kir. Bavê Gultekîn Sidik Gultekîn jî, bal kişand ser wehşetên li Tirkiyeyê pêk tên û wiha got: “Her tim min empatî dikir. Lê min qet ne difikirî ku wê bûyerek wiha bê serê min. Ji van re êdî dema gotina ‘rawestin’ hatiye.     Bav û dayika  Pinar Gultekîn a li navçeya Ula ya  Muglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve bi awayekê hovane hat qetilirkin Şefîka Gultekîn û Sidik Gultekîn, derbarê cînayetên jinan de bang li rayedaran kirin ku peywira xwe bi cih bînin.    'XEYALÊN WÊ TUNE KIRIN’   Bavê Gultekîn, diyar kir ku di sala 1993’yan de ji navçeya Xîzan a Bedlîsê koçî Mêrsînê kirin û wiha axivî: “Pinar li Mêrsînê hat dine. Li Mêrsînê em 7 salan man. Dûre me çûn li Stenbolê bi cih bûn. Pinarê dibistana xwe ya seretayî li Mêrsînê, dibistana xwe ya navîn û lîseyê jî, li Stenbolê qedandin. Ji bo ku keça xwe nedim xwendin, min wê ji dibistanê girt. Pinar ji dibistanê pir hes dikir. Di lîseyê de ket sinavê û Beşa Îktîsadî ya Zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê qezenc kir. Îsal dibistana xwe qedandibû. Min pir hez ji Pinarê dikir. Pir bi coş û devliken bû. Pinarê di tevahiya jiyana xwe de zirar nedabû kesekê. Dema bûyer xemgîn didît, tavilê bi hestiyar dibû û digirî. Ji gerê û xwendina pirtûkan pir hez dikir. Bi malbata xwe ve girêdayî bû. Xeyalên wê hebûn. Xeyalên wê tune kirin.”    'BILA OZGECAN Û PINARAN NEYIN KUŞTIN’   Gultekîn, diyar kir ku dema Pinar winda bû, li gundê xwe yê li Xîzanê bû û wiha got: “Roja ku Pinar winda bû, dayika wê bi dîmen pê re diaxive. Dûre xwişka wê lê digere û xwe nagihiniyê. Dîrek li min geriyan û min ji wan re got biçin Muglayê. Me li hevalekê wê ya li Muglayê bû geriya. Dûre me agahî da leşkeran. Leşker diçin mala wê, deriyê mal dişkinin û dibînin ku kes li malê tuneye. Li ser vê yekê me îlana windabûna wê da. Ez jî li Xîzanê çûm Muglayê û rastî vê wehşetê hatim. Ev bûyer wehşete. Kesên vê wehşetê dikin ne mirovin. Her ku ev wehşet tê bîra min, ez ji ser hişê xwe diçim. Dema ku wehşeta Ozgecan jî hat jiyîn, ez ji ser hişê xwe çûm.  Ji ber ku ez mirovim. Her tim min empatî dikir. Lê min qet ne difikirî ku wê bûyerek wiha bê serê min jî. Ji van re êdî dema gotina ‘rawestin’ hatiye. Bila êdî Ozgecan û Pinaran neyin kuştin.”   'ÊDÎ BESE’   Bavê Gultekîn bertek nîşanî mudaxileya polîsan a li dijî jinên xwestin li Îzmîrê ji bo Pinar daxuyanî bidin da û ev bang li rayedaran kir: “Jinan li dijî wehşeta rû da dengên xwe bilind kirin. Mirov li dijî vê hovîtiyê derketin qadan. Wêneyên Pinarê hilgirtin û bertek nîşan da. Ev bertekên asayî ne. Ez tundiya polîsan a li wê derê red dikim. Hinavê mirovan dişewite. Mirovên ku min qet nas nedikirin jî li min geriyan û ji bo me giriyan. Êdî bese, van cînayetan rawestînin.”   ‘DIXWAZIM CEZAYÊ HERÎ GIRAN BIDINÊ’   Dayik Şefîka Gultekîn jî, diyar kir ku ew nafikire ku qatil Cemal Metîn Avci bi tena serê xwe ev hovîtî kiri be û wiha daxwaza edaletê kir: “Keça min ji min girtin. Ez dixwazim bi cezayê herî giran bê cezakirin. Ji bo vê jî ezê heya dawiyê têbikoşim û daxwaza edaletê bikim.”   MA / Cemil Uğur