Çiyayê Cûdî tê topbarankirin 2020-07-27 12:08:41   ŞIRNEX – Hat ragihandin ku seranserî şevê ji Qereqola Botaşê ya li navçeya Silopiya, Çiyayê Cûdî hatiye topbarankirin.    Hat zanîn ku ji Qereqola Botaşê ya li navçeya Silopiya Şirnexê duh ji şev saet 02.00’an heta serê sibehê Çiyayê Cûdî hat topbarankirin. Dengê topbaranê ji ji navenda navçeyê jî hat bihîstin. Ji ber topbaranê li gundê Xinisê şewat derket û ev şewat didome. Hat ragihandin ku tu kesî mudaxileyî şewatê nekiriye. Li herêmê birîna daran û şewata daristanê û operasyona eskerî didome.