Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin 2020-07-27 11:07:14   AGIRÎ – Li Dutaxê Mûrat Kaya yê bavê 3 zarokan di serdegirtina malê de hatibû kuştin. Di vê serdegirtinê de Cemal Aksoy bi birîndarî hatiye girtin. Ji bo Aksoy raporên nexweşxaneyê hatin amadekirin û sosretiyên raporan derketin holê û li du nexweşxaneyan raporên cuda didinê.    Li gundê Mûşiyan a girêdayê navçeya Dutaxa Agiriyê di 6’ê kanûna 2019’an de eskeran bi ser malê de girtibû û di serdegirtinê de 3 endamên HPG’ê û bavê sê zarokan Mûrat Kaya (28) hatibûn kuştin. Têkildarî bûyerê îdîaname hat amadekirin. Derket holê ku di îdîanameyê de belgeyên êşkenceya li welatî Cemal Aksoy hatiye kirin berovajî kirine.    RAPORA EWIL: XETEREYA JIYANÎ HEYE    Piştî şerê li gund diqewime Cemal Aksoy birîndarî tê binçavkirin. Aksoy ê hêj birînên wî baş nebûne bi îdîaya “Yekîtî û tevahiya welat xera kiriye û hewldana kuştina karmendê dewletê” tê girtin û niha tê darizandin. Di îdîanameya bo Aksoy de hat amadekirin de derket holê ku îşkence lê hatiye kirin. Di rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Dutaxê de ku 6’ê kanûnê daye de tê gotin ku Aksoy bi giranî birîndar e û xetereya jiyanî heye.    RAPORA DUYEM: XETERE NÎNE    Di heman saetê de li heman nexweşxaneyê ji aliyê bijîşkek din ve jî Aksoy tê muayenekirin û girtek digire. Di rapora ewil de qala xetereya jiyanî ya Aksoy tê kirin û berovajî vê rapora ewil di rapora duyem de tê gotin ku xetereya jiyanî ya Aksoy nîne û girtina wî guncav tê dîtin.    JI SER HIŞÊ XWE DIÇE    Piştî rapora “dikare were girtin, tu guman nîne” Aksoy dibin qereqola cendirmeyan û îfadeyî wî digirin. Derket holê ku Aksoy li qereqolê ji ser hişê xwe diçe û wî carek din radikin nexweşxaneyê û tê tespîtkirin ku xwînek zêde jê çûye û loma ji hişê xwe diçe. Tevî vê yekê jî girtin.    DU RAPOR DÎSA HATIN AMADEKIRIN LÊ HEMAN IN    Piştî ku îfadeyên Aksoy li Fermandariya Cendirmeyan a Agiriyê tê girtin û pişt re parêzerê wî gilî dike û dibêje ku îşkence li miwekîlê wî hatiye kirin. Di 9’ê kanûnê de Aksoy vê carê dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê û tê muayenekirin. Piştî muayeneye du rapor tê rapor tên amadekirin. Li vir jî di rapora ewil de hatiye gotin ku Aksoy birîndar e û qala birînên wî hatiye kirin.    Li ser vê raporê Aksoy heman rojê ji aliyê bijîşkek din vê tê muayenekirin. Di rapora duyem ku ji bo Aksoy hat amadekirin tê gotin ku şopa birînan di laşê wî de nîne û nehatiye êşkencekirin.    DÊ GILIYÊ BIJÎŞKAN BIKE    Parêzerê Aksoy, Vedat Tunca diyar kir ku ew bûye şahid ku miwekîlê wî Cemal Aksoy di nava xwînê de bûye û li ser sedyê birine û anîne. Tunca got ew 4 rojan li gel ku biryara dadgehê tune bûye jî bi miwekîlê xwe re hevdîtin nekiriye. Tunca da zanîn ku di bin êşkenceyê de îfadeyên miwekîlê wî hatine girtin û ji ber bijîşkan di raporan de agahiyên berevajî ango bi nakokî dane û wezîfeya xwe nebaş birêve birine dê derbarê wan de gilî bike.    MA / Dîndar Karataş