Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê 2020-07-27 09:00:22     RIHA – Huseyîn Tangat ku bi dayika xwe ya nexweş ket re çû nexweşxaneyê, li gel ku testa wî negatîf derket jî ew kirin nav kesên ku testa wan pozîtîf derket. Tangat, destnîşan kir ku bêyî ku careke din testa wî bê girtin, ew şandine malê.    Huseyîn Tangat ku li taxa Yavûz Selîm a navçeya Xelîliyê ya Rihayê dijî, çend roj berê dayika xwe ya 80 salî ya nexweş ket, bi gumana covîd-19’ê bir nexweşxaneyê. Testên wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikli Golê hatin kirin, testa dayika wî pozîtîf a wî jî negatîf derket. Lê li gel vê yekê jî Tangat bi gumana vîrûsê li beşa dayika xwe hat girtin. Piştre Tangat û dayika xwe sewqî wargehekê hatin kirin û bêyî ku careke din testa wan bê kirin verêkirin malê.    REWŞA NEXWEŞXANEYÊ   Tangat, rewşa ku li nexweşxaneyê û wargehê têde jiyane vegot û ev tişt anî ziman: “Piştî ku me li nexweşxaneyê hîn kir ku testa dayika min pozîtîf e, xebatkarên nexweşxaneyê me aresteyî serwîsê hatin kirin. Li gel ku testa min negatîf bû jî 8 rojan bi dayika xwe re hatim hiştin. Dibêjin em mirovan tedawî dikin û alîkariya wan dikin, tiştek wiha tuneye. Dîsa dibêjinpaqijî heye, lê tuneye. Dîsa av tuneye. Qebûl nedikirin em bi pereyê xwe jî avê bikirin. Bijîjk ji min re got ku bi çavê pozîtîfan li xwe nenêre. Dema min derman xwest lêxist çû. Di 8 rojan de min tenê rojek bijîjk dît. Piştî nexweşxaneyê em ji bo 5 rojan jî sewqî Wargeha Hacer Ana hatin kirin. Dema em ji nexweşxaneyê veqetiyan, gotin ku dê testa me bê kirin, lê bêyî ku testa me bikin em şandin malê. Nehatin mala me jî dezenfekte nekirin. Kesên dewlemend bi hêsanî testên xwe dikin.”