ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-27 09:00:13   *  Huseyîn Tangat ku bi dayika xwe ya nexweş ket re çû nexweşxaneyê, li gel ku testa wî negatîf derket jî ew kirin nav kesên ku testa wan pozîtîf derket. Tangat, destnîşan kir ku bêyî ku careke din testa wî bê girtin, ew şandine malê.    * Welatiyên Amedê, diyar kirin ku ji ber rewşa nebaş a aboriya welat her roja ku derbas dibe pirsgirêkên wan zêdetir dibin û ev tişt gotin: “Em nikarin nan bibin mala xwe. Moralê me sifir e.”   * Piştî Wanê, derket holê ku li Mêrdînê jî 400 kesî di pêvajoya pandemiyê de bêyî destûra wan bigirin, kirine endamê AKP’ê.   * Birîna daran a ku li çiyayê Cûdî ji aliyê cerdevanan ve ji bo lêkirina qaleqolan tê, gihîşt berwarê bajarê Şirnexê. Niştecihên herêmê, li dijî bêdengiya ji bo birîna daran a ku her carê li herêmekê pêk tê, bi bertek in.    * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê rapora 3 mehan ya binpêkirina mafan a li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê dê di çarçoveya "Hevdîtina Demokrasiyê" de bi tevlêbuna Hevserokê Giştî ye HDP'ê Mithat Sancar li Qada Gundogdu ya Îzmirê foruma ji bo demokrasiyê li dar bixe. (18.00)