Jinan li Beyrûdê Weqfa Jîn vekir 2020-07-26 16:21:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jîn a jinan, li paytexta Lubnanê Beyrûdê bi tevlêbûna gelek kesayet û komeleyan navendeke nû vekir.    Weqfa Jîn a jinan, li paytexta Lubnanê Beyrûdê bi tevlêbûna gelek kesayet û komeleyan, bi armanca dawî li awayên keysbaziyê bînin, jin li gorî madeya 1225`an a hevpeyama NY`yê bi îradeya xwe ya azad û serbixwe tev li diyalogên aştiyane yên li herêmên şer bin, navendeke nû vekir. Beşdarên tev li vekirina navenda Weqfa Jîn a jinan bûn, kêfxweşiya xwe raber kir û vekirina navendê li Weqfa Jîn û endamên wê pîroz kir, hêviya serkeftin ji rêvebir û serkeftin ji kadroyên wê re xwest. Seroka weqfê Dîlan Hesen, diyar kir ku wan dixwest kêfxweşiya me ji wiha mezintir bûya û hejmara komeleyan jî bêhtir bûya û got: "Lê ji ber Koronavîrusê rewş hate guhartin, lê dîsa jî tevî zor û zehmetiya welatê me û herêm tê re derbas dibe, cihê kêfxweşiyê ye ku em bicivin."   Dîlan Hesen, anî ziman ku peyva ‘jîn’ di zimanê kurdî de du wateyan dide; yek jin e û ya duyan jî jiyan e, di zimanê erebî de jî nîşaneya cînayetên ku peresen û reftarên zindiyan diyar dike û got: "Li aliyê din jî asta cudabûnê dide nîşandan. Bi wê re jî cînayeta jin kok e, ew cînayetê mîrasê ye, ya bingeh ku kevneşopî û exlaqên baş dide û bandorê li jiyanê dike. Têkiliya di navbera jin, jiyan û civakê de ji têkiliya di navbera goşt û neynûkê bêhtir e û di encamê de nakokiyên di navbera her sê aliyan de bandorê li rêya mirovahiyê pêk ve dike, bûyerên vê dawiyê çêbûn têrê dike ku rastiya vê yekê li ber çavan raxe. Armanca Weqfa Jîn a jinan ew e ku hevsengiyê bixe navbera jin, jiyan û civakê."   ARMANCÊN WEQFÊ   Cîgira Seroka Wakfê Bûşra Elî, Sekretera sendîkayê Sîlvana Osman, endamên weqfê Sêvîm Onodoş tev li vekirinê bûn, Beşdaran anîn ziman ku armanca wan ew e ku di hemû qadên jiyanê de nasnameya jinan a azad bi dest bixin, li dijî hişmendiya nîjadperestiyê li ber xwe bidin, li dijî siyaseta Betriyak a şovenîst îradeya jinên Rojhilata Navîn derxin holê, beşdarî yekitiya gelan a demokratîk bin û dawî li şer bînin û ewlehiyê mîsoger bikin."    Li aliyekî din jî armanca weqfa jinan ew e ku dawî li awayên keysbaziyê bînin, jin li gorî madeya 1225`an a hevpeyama NY`yê bi îradeya xwe ya azad û serbixwe tev li diyalogên aştiyane yên li herêmên şer bin.   BAWERIYA BI JIYANA AŞTIYANE   Cîgira seroka weqfê Bûşra Elî wiha got: "Baweriya tevahî endamên weqfayê bi jiyana aştiyane ya di navbera gelan û doza azadiya jinan de heye, ji ber vê rêxistina ku azadiya jinê ji xwe re kar û xebata xwe neke bingeh, têkildarî mijara jinan ne xwedan stratejî be, mehkûma binketinê ye."    Bûşra Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Weqfê çalakiyên xwe bi amadekariyên lidarixstina kongreyê jinan ê li ser asta Rojhilata Navîn dest pê kirin, paşê çalakiyên xwe bi însiyatîfa "Hêza me di yekitiya me de ye" ku ji jinên komeleyan pêk dihat û jin ji tevahiya welatan beşdarî wê bûn, panelên têkildarî girtiyên siyasî, artêşa Tirk û artêşa Îsraîlê li dar xistin, berdewam kir, niha jî bi navê însiyatîfê bernameyeke berfireh heye."   ERMEN Û KURD YEK IN   Rojnemevanekî ermenî Hamo Moscoviyan vekirina weqfê pîroz kir û ev pêngav wiha nirxand: "Bi sedan jinên Kurd bi min re bûn alîkar û di rojnameyan de nivîsandin, ew ê rojekê ji rojan Kurdistana mezin be, em gelekî ku 4 hezar sal bi hev û din re jiyan e, gelê Ermen bi we re ye û heke xizmetek pêwîst bike, em jê re hazir in."   Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li Lûbanê parêzer Abdulselam Ehmed wiha axivî: "Di civakê de jin xwedan roleke sereke û diyarker e, jin ne tenê nîvê civakê ye, lê belê nîvê mayî jî bi xwe re perwerde dike, jin dayik e, xwişk e û keç e. Hêviya serkeftinê ji hemû jinên cîhanê re dixwazim."