Rêxistinên jinan binçavkirina jinên ESP'î şermezar kirin 2020-07-26 14:23:41     STENBOL - Rêxistinên jinan binçavkirina 9 jinên ku Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamên SKM'ê jî di navde ne, şermezar kirin û xwestin jinên hatine binçavkirin bi lez serbest bên berdan.    Îro serê sibê li Balikesîrê polîsan bi ser malên Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM'ê Hatice Denîz Aktaş, endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê Çîçek Otlu, Satiye Ok, Zuleyha Mangan, Ezgi Bahçeci, Tanya Kara, Ebru Yîgît û Hevseroka HDP'ê ya Edremitê Sevgi Ozdem de girtin û binçav kirin. Rêxistinên jinan binçavkirina 9 jinên ku Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamên SKM'ê jî di navde ne, şermezar kirin. Jinan li ser hesabê medya civakî bertekên xwe anîn ziman û xwestin jin serbest bên berdan.    Tevgera Jina Azad (TJA): Ev dem li her qadê, dema berxwedan û têkoşîna jinê ye. Ji ber vê yekê îtîfaqa yek perest a AKP-MHP'ê jinê dike hedefa xwe. Em TJA vê polîtîkayê şermezar dikin. Jinên ESP’î bi lez serbest berdin.    Komeleya Jinan a Rosa: Her roj jinên li dijî tundiyê li qadan têdikoşin tên biçavkirin. Jinan di dîrokê de her tim li ber xwe daye. Tu carî gav paşve neavêtiye. Jinên hatine binçavkirin serbest berdin.    Hêza Yekîtiya Jinan: Em her roj bi binçavkirina jinan dest bi rojê dikin. Em îro jî binçavkirinê hişyar bûn. Bi lez hevrê û hevalên têkoşîna me serbest berdin.    Jinên Çep ên Kesk: Hûn nikarin vîna jinê bişkînin. Bi lez jinên hatine binçavkirin serbest berdin.    Jinên EMEP'î: Her roj binpêkirin û êrîşên li dijî mafên jinan zêde dibin. Jinên hatine binçavkirin bi lez serbest berdin.    Piştevaniya Jinên Azad: Hûn bi binçavkirinê nikarin jinan bêdeng bikin. Jinên hatine binçavkirin serbest berdin.    Piştevaniya Xemrî: Ji tundî û zextên we yên li dijî jinan re Êdî Bes e!. Xwişkên me yên SKM'î yên di bin çavan de bi lez berdin.    Jinên Malên Gel: Jinên Meclîsa Jinan ên Sosyalist, di serdegirtina malê de tên binçavkgirin. Her roj êrîşî jinan tên kirin. Êdî Bes e!. Jinan serbest berdin.    Komîsyona Edaletê ya HDK'ê: Binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û endamên SKM'ê nayê qebûlkirin. Jinên hatine binçavkirin bi lez serbest berdin.  Qatilê jinan bigirin.    Pirtiya Şoreşger: Em dizanin ku binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Hevberdevka SKM'ê Denîz Aktaş ne tesadufî ye. Jinên hatine binçavkirin bi lez serbest berdin.    Rêxistinên Jinan: Îro Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM'ê Hatice Denîz Aktaş jî di navde 9 jin li  Balikesirê hatin binçavkirin. Armanc têkoşîna jinê ye. Jinên hatine binçavkirin bi lez serbest berdin.    Parastina Jinê. Hevalên me yên Meclîsa Jinên Sosyalîst ku em bi hevre di heman kolanê de têdikoşin  di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Jinên hatine binçavkirin bi lez serbest berdin.