Li Farqînê keyayek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da 2020-07-26 13:45:31   AMED – Keyayê Gundê Sêdeqnê yê navçeya Farqînê Eşref Azarkan ku bi vîrûsa koronayê ketibû û li Amedê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Farqînê ya Amedê, keyayê gundê Sêdeqnê Eşref Azarkan ku beriya demekê bi vîrûsa koronayê ketibû, jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku beriya 10 rojan testa Azarkan a Covîd-19 hatiye kirin û pozîtîf derketiye. Piştî ku testa Azarkan pozîtîf derkte, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî dest bi tedawiya tê kirin.    Keya Azarkan, îşev di saetên derengiya şevê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Azarkan li gundê wî Sêdeqnê, ji aliyê peywirdarên Şaredariya Farqînê ve hat definkirin.