Ji ber Tirkiye ava Firatê qut dike zarokên li Til Temîrê nexweş dikevin 2020-07-26 13:20:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku Hikûmeta Tirkiyeyê ava Firatê ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut dikin, şêniyên  navçeya Til Temirê diyar kirin ku ji ber av qut dibe, ceyran jî qut dibe, av qirêj dibe û ev dibe sedem ku zarok zû nexweş bikevin. Xebatkarekî nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Dilo Mihmed, anî ziman ku rojê nêzî 70’ê zarok têne nexweşxaneyê û got: "Kêmbûna avê û qutbûna wê, avê qirêj dihêle nexweşiyên iltîhaba roviyan bi zarokan re çêbibe."    Li Nûçeya Ajansa Nawarê (ANHA) bi hatina demsala Havînê re Hikûmeta Tirkiyeyê berdana asta ava çemê Firatê kêm kir. Ev bû sedem ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya avê û dayîna dema kehrebeyê kêm bibe. Şêniyê navçeya Til Temirê Umer Abdullah diyar kir ku ji ber bilindbûna germahiyê zehmetiyan dijî û got: "Ji ber kehrebe di demên pêwîst de nayê, kesên mezin germahiyê ranakin, ew ê çawa zarok rakin.”  Keça Abdullah jî ji ber ji germahiya zêde bandor bûye û nexweş ketiye. Abdullah diyar kir ku wî gelek caran keça xwe ji ber germahiyê rakiriye nexweşxaneyê. Bi saetên roj kehrebe tune ye, dema ku kehrebe tê yekser zarok direvin ber perwaneyan an jî alavên din ên hênikkirinê. Ev sar û germî jî dibe sedem ku zarok nexweş bikevin.    'ROJÊ 70 ZAROK JI BER NEXWEŞIYÊ TÊN NEXWEŞXANEYÊ'    Xebatkarekî nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Dilo Mihmed jî da zanîn ku di rojê de nêzî 70’ê zarok ji ber germahiya zêde têne nexweşxaneyê û got: “Kêmbûna avê û qutbûna wê, vexwarina avê qirêj dihêle nexweşiyên wekî iltîhaba roviyan bi zarokan re çêbibe. Tê zanîn ku artêşa Tirk avê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye qut dike.”   Têkildarî mijarê hevserokê Navenda Kehrebê ya navçeya Til Temirê Fehed Simêla got: “Ji nîvê meha Nîsana derbasbûyî ve artêşa Tirk avê li ser ava Firatê kêm dike û qut jî dike. Lewra saetên kehrebê kêm dibin û em zehmetiyan dikişînin. Ji ber li Til Temirê jeneretor tune ye, saetên kehrebê kêm in û şêniyên Til Temirê zehmetiyê dikişînin."    Li Til Temirê ji saet 19.00’an heya 07.00’an kehrebe heye. Li bajarê Hesekê 29`ê Hezîrana derbasbûyî pileya germahiya 50`î bû.