Li Serêkaniyê teqîn: 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn 2020-07-26 12:59:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navenda bajarê Serêkaniyê motorsiklêta bombebarkirî teqîya. Di encama teqînê de 8 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.   Li navenda bajarê Serêkaniyê motorsiklêteke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, 8 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn. Dîsa li Serêkaniyê di 23’ê Tîrmehê jî bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hatibû.