Dag li ser giliyê malbatên li pêş HDP'ê rûniştine binçav kirin 2020-07-26 10:51:24   AMED - Derket holê ku Şêwirmendê Çapemeniyê yê Rêxistina HDP'a Amedê Vedat Dag li ser giliyê malbatên ku li pêş HDP'ê rûniştine, hatiye binçavkirin.    Şêwirmendê Çapemeniyê yê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Vedat Dag, di 22'ê Tîrmehê de hat binçavkirin. Dema Dag çû Midûriyetea Polîsan a Amedê îfade bide, li midûriyeta polîsan hatibû binçavkirin.  Derket holê ku Vedat Dag li ser giliyê malbatên ku li pêş HDP'ê rûniştine, hatiye binçavkirin. Ji kesên di nava malbatên li pêş avahiya HDP'ê rûniştine de Celil Begdaş li Dag gili kir û piştî li Dag gilî hat kirin polîsan dema îfadeya Dag girtin ew binçav kirin.