Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbaye ji wezîfeyê hatin girtin 2020-07-25 16:43:46   WAN - Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbayê yên HDP'ê Ayşe Mînaz, Berkez Kizilboga û Munîr Mavîş ji wezîfeyê hatin girtin.    Endamên Meclîsa Şaredariya Navçeya Tûşbayê ya Wanê ya HDP'ê Ayşe Mînaz, Berkez Kizilboga û Munîr Mavîş ji wezîfeyê hatin girtin.    Ayşe Mînaz ku ji peywirê hat girtin di hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê de bûbû hevşaredar lê bi hinceta ku Hevşaredar Yilmaz Berkî bi KHK'ê hatibû îxrackirin nebû hevşaredar wê jî peywira xwe ya endamtiya meclîsê domand.    Bi vî rengî ji hilbijartina 31'ê Adarê û vir ve hijmar endamên meclîsa şaredariyê ya HDP'ê ji 19'an kêm bû û hejmar daket 12'an. Wezareta Karên Navxweyî sala par jî wezîfeya 4 endamên din jî yên şaredariyê betal kiribû.