Qeyûmê Sêrtê Mala Şînê kir Ocaxa Mengî 2020-07-25 16:02:04   SÊRTÊ - Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, mala şînê ku ji bo welatiyan hatibû vekirin, kir Ocaxa Mengî (Ulku).    Şaredariya Sêrtê beriya di destê HDP'ê de be, ji bo xizmeta civakê li Taxa Bahçelievler mala şînê vekiribû. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê kirin, Qeyûmê Sêrtê mala şînê girt û li şûna wê Ocaxa Mengî (Ulku) vekir. Hat zanîn ku di 6'ê tîrmehê de di civîna bi encumenan re kiriye biryar stendine. Qeyûm li ser daxwaza Vakfa Çand û Perwerdehiê ya Ocaxa Mengî, mala şînê girt û Ocaxa Mengî (Ulku) vekir.