Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn 2020-07-25 12:20:01   AMED – Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li kujerên Cemal Geren ê di sala 1991’an de li Cizîrê hat revandin û kuştin pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 598’emîn de li ser înternetê vîdeoya belav kir li dar xist. Vê hefteyê li kujerên Cemal Geren ê di 10’ê sibata 1991’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû binçavkirin û windakirin ku piştî 25 rojan li gundekî hatibû dîtin pirsîn.    ZEXT, KOÇBERÎ Û BINÇAVKIRIN    Rêveberê ÎHD’ê Yakûp Guven di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji ber malbata Geren nebû cerdevan ji gund hatin derxistin û gundê wan hat şewitandin û li ser vê yekê malbat li Cizîrê bicih bûye. Guven got lê belê li navçeyê jî zextên li ser malbatê dewam dikin û lawê mezin ê malbatê Mehmet Geren gelek caran tê binçavkirin û êşkencekirin. Guven da zanîn ku îtîrafkar Abdulhakîm Guven û Adem Yakin gefan li Mehmet Geren xwarine û xwestine ji Cizîrê biçe, rojek şûnve Mehmet Geren bi hevjîna xwe re diçe Stenbolê û li vir dîsa tê binçavkirin û 12 roj agahî jê nayê girtin. Guven got li ser vê yekê malbat diçe Stenbolê û hîn dibin ku lawê wan di binçavan de ye û piştî 12 rojan tê berdan û ew ji Stenbolê koçî Meletiyê dike û li wir bicih dibe û li wir jî tê binçavkirin û îşkencekirin. Guven da zanîn ku Mehmet Guven piştî Meletiyê dîsa diçe Stenbolê û di vê serdemê de bav, dayik û birayê wî Cemal Geren li Cizîrê rûdiniştin. Guven destnîşan kir ku Cemal Geren ji malbata xwe re dibêje “ez diçim kar” û carek din agahî jê nayê wergirtin. Guven diyar kir ku piştî agahî ji Cemal Geren nayê girtin lê digerin û 25 roj agahî jê nagirin.    25 ROJ ŞÛN VE TÊ DÎTIN    Guven destnîşan kir ku piştî 25 rojan cenazeyê Cemal Geren ê windayî li zeviyên gundek derdora Cizîrê tê dîtin û piştî cenaze radikin nexweşxaneyê radestî malbatê tê kirin. Guven got ji ber malbata Geren di wê serdemê de ditirse tu serlêdana hiqûqî nade destpêkirin.