Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê 2020-07-25 11:32:04   WAN – Nûnerê Şaxa Egîtîm Senê ya Erdîşê Nîhat Macît bi hêceta lêpirsînek derbarê wî de vebûye hatiye îxrackirin û pişt re hîn dibe ku ew kirine endamê AKP’ê. Macît wiha bertek nîşan da: “Ka em terorîst bûn.”    Nûnerê Şaxa Egîtîm Senê ya navçeya Erdîşa Wanê Nîhat Macît piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê bi hêceta derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin hat îxrackirin û bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Macît 20 sal mamostetî kiriye û pişt re hîn dibe ku wî kirine endamê AKP’ê. Macît diyar kir ku wê serdemê rêveberiya AKP’ê ya Erdîşê wî wek “terorîst” ragihandiye û bûye armanca wan.    ‘KA EM TERORÎST BÛN’    Macît da zanîn ku li Erdîşê bi hezaran însanên wek wî bêyî haya wan jê hebe kirine endamên AKP’ê û got: “Ewilî min bi hêcetên bêbinî min digirin û ceza didin min. Pişt re jî wek gelek hevalan min ‘terorîst’ radigihînin. AKP wek gelek însanan min jî kiriye endamê xwe. Hemin em ‘terorîst bûn’ çima we me kiriye endamê AKP’ê.” Macît li gel parêzerê xwe çû dozgeriyê û ji ber vê endamtiya sexte giliyê rêveberiya AKP’ê kir.