Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe 2020-07-25 10:41:13   MÊRDÎN - Qeyûmê Qoserê ku kolanek bi xaliçeyên bi motîf raxist û propaganda "Kolana herî mezin a xaliyên bi motîf" dike, bû sedema bertekên gel. Welatiyên Qoserê bertek nîşanî helwesta qeyûm da û gotin: "Kolanên Qoserê ji dozê mirov nikare derbas bibe, lê qeyûm ketiye pey propagandayê."    Li gelek kolanên Qoserê ji ber rê hatiye xerakirin û bi mehan e hêj nehatiye çêkirin, mirov nikare ji dozê derbas bibe. Piştî Qeyûm di çileya 2019’an de tayînî qoserê kirin, rê hemû kolan û piştre çênekirin. Ji ber rê nayên çêkirin, zivistanî herî û çirav, havînî jî doz mirovan perîşan dike. Qeyûm li kolanek Qoserê piştî 19 mehan, xebat temam kir. Qeqeyûm piştî kolan temam kir, wekî "Kolana herî mezin a xaliyên bi motîf a Tirkiyeyê" pênase kir û bi vê yekê propaganda dike. Lê ji ber li kolanên din mirov nikare ji ber tozê derbas bibe, welatiyan bertekên xwe anîn ziman.    'RASTÎ NE EV E   Welatî Ramazan Kaya, rêyên xerabûne nîşan da û got: "Qeyûm tenê kolanek çêkir û bi rojan e di çapemeniyê de propaganda xwe dike. Wekî ku hemû pirsgirêkên rê yên Qoserê çareser kiribe nîşan dide. Lê hûn dibînin ku hemû kolanên Qoserê tev xerabe û toz in. Her der doz û dixan e. Tenê kolanekê çêke û yên din hemû xerabe be ne rast e. Em vê yekê qebûl nakin. Rewşa kolanan û rastî li ber çavan e. Ji bo wan tenduristiya gel ne xem e."    6 MEH IN TOZ Û ECAC E   Welatî Umît Akin ji ani ziman ku kolanên Qoserê bi mehan e di nava toz û ecacê de ye û wiha got: "Ji bo çêkirina rê û kolanan tu xebat nayê kirin. Em niha li qatê şeşan rûdinên. Lê em nikarin ji tozê derkevin derve. Em di nava doz û heriyê de dijîn.'    Welatî Veysi Adoda jî anî ziman ku qeyûm tenê kolana makyaj çêkiriye û wiha got: "Halê kolanan li ber çavan e. 6 meh in em di nava tozê de dijîn. Tenê ji bo reklamê kolanek çêkiriye. Lê hemû kolan di nava tozê dene. Rewşa navçeyê li ber çavan e."