Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin 2020-07-25 10:25:11   OSMANIYE – TUHAY-DER’a Çûkûrovayê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Osmaniyê kir rapor û diyar kir ku mafê tenduristî û dermankirina girtiyan tê astengkirin.    Li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T a Osmaniyê Mehmet Farûk EngÎn, Bawer Başar, Îbrahîm Halîl Karataş û Akar Îkbal ên ji Doza Nisêbînê tên darizandin bi boneya dermankirina wan nayê kirin 20 roj in di greva birçîbûnê de ne. Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUHAY-DER), di 18’ê tîrmehê de li Girtîgeha Jimara 1’an û 2’yan ên Tîpa T a Osmaniyê li gel girtiyan hevdîtin pêk anî û binpêkirinên mafan diqewimin kir rapor.    DERMANKIRIN NAYÊ KIRIN    Di raporê de tê eşkerekirin ku di nava gardiyanan de tevdîrên ji bo koronayê nayên kirin û rapor cih dide nêrîna girtiyan. Bi girtiyê bi navê M.Ş.A. re hevdîtin hatiye kirin û cih dane nêrîna wî. M.Ş.A. diyar kiriye ku nexweş e û dermanan nadin wan û dermanên didin jî heman derman didin hemû girtiyan. M.Ş.A. dibêje ku dermankirina wan pêk nayê û nexweşîna girtiyan li wan pîr bûye. M.Ş.A. gotiye ku meheke ji bo serşokê sabûnê nedane wan, ji mafê civakê sûdê wernagirin û rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin wan.    Girtiyê bi navê M.A. yê hevdîtin pê re hatiye kirin jî daye zanîn ku li gel rewşa tenduristiya girtî Akar Îkbal, Ozgur Azat Încî û Abdullah Topaloglû sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û divê ji bo dermankirinê sepanên faşîzane werin bidawîkirin û dest ji sepana jimartina ser pêya jî were berdan.    3 SAL IN NEÇÛYE NEXWEŞXANEYÊ    M.F.E yê hevdîtin li gel wî hatiye kirin jî diyar kiriye ku ew 4 sal in li Girtîgeha Osmaniyê ye û tevî ku parçeyên şarapnelê di lingê wî de heye jî 3 sal in nayê dermankirin û tevî hemû serlêdanên wî jî nayê dermankirin. M.F.E. aniye ziman ku bijîşkê girtîgehê Fatîh Toz li dijî wan sepanên nijadperest pêk tîne.    KÊZIK HENE    Bi girtî B.C. re jî hevdîtin hatiye kirin û diyar kiriye ku girtiyî Akar Îkbal 4 sal û nîv in girtî ye û tevî ku ji milê xwe birîndar e jî nayê dermankirin û her wiha girtî Mehmet Farûk Engîn jî ji lingê xwe birîndar e û nexweşê KOAH’ê ye û nayê dermankirin. B.C. gotiye girtiyê bi navê Abdulkadîr Baybars 3 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Girtî M.P. ê pê re hevdîtin hatiye kirin daye zanîn ku gardiyan bêmaske digerin û dema karê dezenfekterkirinê tenê ber lavoboyan paqij dikin û kêzik li qawîşan digerin.    CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ    Bi girtiya jin U.K. re jî hevdîtin hatiye kirin û diyar kiriye ku girtîgeh ne girtîgeha jinan e girtîgeha zilaman e û rojê du caran li ser pêya wan dijmêrin û tenê rojnameya Cumhuriyetê didin wan. U.K. gotiye nameyên wan nadin wan û nameyên ew dişînin jî nizanin çi dibe bi wan û destûr nadin poseya nav girtîgehê jî. U.K. daye zanîn ku di gengeşeyek biçûk de jî gardiyan girtekan digirin û cezayên dîspîlînê didin wan. U.K. gotiye ku hema bêje li girtîgehê kes nikare diyalogê bi hev re bike.