Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da 2020-07-25 09:44:40   AMED - Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz ku li gel 28 jinan hat binçavkirin û pişte hat girtin, derket holê ku hevjînê wê Ecevit Yildiz, çûye Midûriyeta Polîsan û di elehê wê de bi gotina “Hevjîna min alîkariyê dide komeleyên xizmeta PKK’ê dike." û îfade daye.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 14'ê Tîrmehê de der barê 33 jinan de biryara binçavkirinê girtibû. Ji 33 jinan 28 jin hatin binçavkirin û 5 jin hatingirtin. Di nava 5 jinên hatin girtin de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sûrê  Hatun Yildiz jî hebû. 5 jin bi îdeaya“Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Dadgehê endamtiya Hatun Yildiz a Komeleya Jinan a Rosa wekî sûc dît û şand girtîgehê. Derket holê ku hevjînê Hatun Yildiz, Ecevît Yildiz ku Hatun ji bo wî ber berde doz vekiriye li Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê di elehê Hatin de îfade daye. Hat diyarkirin ku dema Hatûn Yildiz di bin çavan de bû, di 15'ê Tîrmehê de Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta  Polîsan a Kapakli ya Tekîrdagê bang li Ecevît Yildiz kiriye û ji bo agahiyê bistîne îfadeya wî girtiye. Ecevît Yildiz, li midûriyeta polîsan di îfadeyê de gotiye "Hatun Yildiz di komeleyên ku xizmeta PKK'ê dike de dixebite. Piştî hevjîna min çû Amedê navbera me xera bû. Ji ber ku li wir li komeleyê xizmeta PKK'ê dikir dest bi kar kir. Min gelek caran hişyar kir, lê min nekaribû îkna bikim."    Hatun Yildiz ji bo Ecevît Yildiz berde 2 sal berê serî li Dadgeha Malbatê ya Amedê ji ber li hev nedikirin doz vekiribû û xwestibû Ecevit Yildiz berde. Ecevît Yildiz jî piştî dozê niha li Tekîrdagê dijî.   'EZ ÇALAK DI XEBATÊ KOMELEYÊ DE CIH DIGIRIM'    Hatun Yildiz jî li dijî vê îfadeyê parastin kir û wiha got: "Me gelek caran niqaşên dijwar kirin. 2 salin em hev nabînin. Niha ji bo em hev berdin me doz vekiriye. Hevjînê min tu carî nehatiye Amedê. Komeleyê li vir û xebatên komeleyên li vir nizane û nas nake. Hemû îfadeya daye bê kok û derew e. Kolemeya Jinan a Rosa zagonî û meşrû ye. Ez çalak di nava xebatan de cih digirim. Tu xebatên wê yên dijzagonî tune ne."