25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome 2020-07-25 09:08:34   STENBOL - Serpîl Taşkaya ya hîna 9 salîbû Qada Galatasarayê nas kir, 25 salin aqûbeta bavê xwe pirs dike. Taşkaya, diyar kir ku niha jî ew bi zarokên xwe re vê têkoşînê bi rêve dibe û ev têkoşîn wê nifş bi nifş dewam bike.    Dayikên Şemiyê yên ku dayikên zarokên xwe li Arjantînê dibin çavan de winda kirin û ji bo aqûbeta wan bipirsin di 13’yê Nîsana 1977’an de li ber Qada Plaza de Mayo dest bi çalakiya rûniştin kirin ji xwe kirin mînak û çalakiya di 27’ê Gulana 1995’an de dest pê kirin, ket heftiya 800’emîn. Çalakiya ku bi 4 malbatan dest pê kir, di nava du heftiyan de gehişt 30 malbatî. Çalakiya dayikan bi dehan car rastî mudaxileyên polîsan hatin û êrîş li dijî dayik û xizmên wandayan pêk hat. Dayikan ji ber zext û êrîşan neçar man ku di 13’yê Adara 1999’an de navber bidin çalakiya xwe. Piştî navberek dirêj, dayikên şemiyê ji 31’ê Çileya 2009’an de Qada Galatasarayê terk nekirin.    Çalakiya dayikan, li ser fermana Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, bi biryara Qeymeqamtiya Beyogloyê di heftiya 700’emîn de hat qedexekirin. Dayikên Şemiyê guh nedan qedexeyê û dema xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin rastî mudaxileya polîsan hatin. Polîsan di vê mudaxileyê de dayik derp kirin û gelek kes jî, binçav kirin. Dayikan dîsa dest ji çalakiya xwe bernedan û vê carê li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya xwe dewam kirin. Malbata, ji roja ku pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) dest pê kir ve, çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medya civakê lidardixin.   TÊKOŞÎNA JI NIFŞEKÊ DERBASÎ NIFŞÊ DIN DIBE    Di nava vê pêvajoyê de, gelek xizmên windayan bêyî ku bigihêjin zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî heya roja îro bi zarokên xwe re vê têkoşînê dewam dikin. Gelek zarok di nava vê têkoşîna ku ji nifşekê derbasî nifşê din dibin de mezin dibin. Serpîl Taşkaya ya ku li aqûbeta bavê xwe Huseyîn Taşkaya yê 27 salin windaye dipirse yek ji van e.    27 SALIN WINDAYE    Bavê Taşkaya Huseyîn Taşkaya di 6’ê Kanûna 1993’yan de, ji aliyê leşker, polîs û cerdevanên eşîreta Bucak ve li mala apê wê ya li Gundê Baglar a navçeya Sîwereg a Rihayê tê binçavkirin. Leşker dûre dibin wan Taşkaya teslîmî polîsan kiriye. Lê carek bi tu awayî agahî ji Taşkaya nayê girtin û 27 salin windaye.    DI 9 SALIYA XWE DE QADA GALATASARÊ NAS KIR   Serpîl Taşkaya, dema bavê tê winda kirin hîna 7 saliye û piştî windakirina bavê xwe 2 salan bi dayikan xwe re tê Stenbolê û di 9 saliya xwe de Qada Galatasarayê nas dike. Taşkaya, diyar kir ku bandorên travmtîk ên windakirina bavê wê her tim tesîr lê kiriye û wiha axivî: “Min 27 salên xwe bê bavê xwe derbas kirin. Ji ber vê her tim aliyekê min kêm bû. Di tevahiya jiyana min de her tim valetiya wî hebû. Tiştekê nekarî cihê vê valetiyê tije bike. Bavê min di dile min de mîna qehremanekê ye. Ez di wê hêviyê deme ku bi têkoşînê ezê bigihêjim bavê xwe. Niha ez 34 salîme û ev 25 salin ez bi Dayikên Şemiyê re têkoşîna lêgerîna windayên xwe bi rêve dibim. Her tim baweriya min bi têkoşîn û dîrokê tê. Wê rastî tu carî veşartî nemînin.”    ‘EMÊ NEDIN JI BÎR KIRIN’   Taşkaya, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bîranên min ên zaroktî û ciwantiyê bi têkoşîna Dayikên Şemiyê re ava bûn. Vê hişt ku ez hîn zêdetir têkoşîna xwe bi hêztir dewam bikim. Divê ev têkoşîn ji nifşekê derbasî nifşek din bibe. Em hemû hêza têkoşînê ji hev, ji zarok, dayik û bavê xwe digirin. Dibe ev têkoşîn bi sedsalan jî dewam bike. Heya ku aqûbeta hemû windahiyên me bên aşkerekirin, faîl bên darizandin û li Tirkiyeyê têgînên kiryar nediyar nemînin emê têkoşîna xwe dewam bikin û emê windahiyên xwe tu carî nedin jî bîr kirin. Emê tu carî dest ji Qada Galatasarayê bernedin.”    ‘ME DEST JÊ BERNEDA, EMÊ DEST JÊ BERNEDIN’   Taşkaya, derbarê çalakiya xwe ya heftiya 800’emîn de jî wiha got: “Dewletê bi zarokê xizmên me ji me girtin û serwinda kirin. Têkoşîna me ya lêgerîna windahiyên me, bi hincetên cuda qedexe kir. Lê ligel van hemûyan jî, çalakiya me di heftiya 800’emîn de dewam dike. Me dest jê berneda û emê dest jê bernedin.”   MA / Semra Tûran