GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn 2020-07-25 09:05:25   AMED - GIYAV’ê di lêkolîna onlinê ya derbarê pêvajoya pandemiyê li Amedê bi 87 zarok, dayik û bavê wan re kirin de, hat diyar kirin ku malbatan bi ketina malê re pirsgirêkên mîna aborî, perwerdeya zarokan, tenduristî û derûnî jiyan.      Weqfa Alîkariya Koç û Mirovî (GIYAV), derbarê pêvajoya pandemiyê de, bi zarok û malbatên wan ên li Amedê dijîn re, lêkolîna “Rewşa zarok û malbatan” kir. Di lêkoşîna onlaynê de, 19 pirs ji 87 zarok û malbatên wan hatin kirin.    60 MALBATAN DI WARÊ ABORÎ ZEHMETÎ KIŞANDIN   Di lêkolînê de hat destnîşan kirin ku 60 malbatan di warê aborî de, 8 di warê tenduristiyê de, 10 di warê jiyana civakî de, 23 di perwerdê de û 25 malbatan jî di warê derûniyê de zehmetî kişandine. Ji bo pirsa “We karî xwe bigihînin amûrên paqijiyê jî” 14 malbatan gotin xwe gihandinê, 51 malbatî gotin nekarîn xwe bigihînin û 22 malbatan jî gotin hinekê xwe gihandinê.   PIRGIRÊKÊN HEYÎ   Civaknas Dîlan Ok, derbarê raporê de agahî dan û wiha axivî: “Di anketa bi malbatên zarokan re hat kirin de, pirsên weke zoriyên jiyan, rewşên wan ên xebat û dahatûyê, alîkariya civakî, xwe gihandina amûrên paqijiyê û perwerdeya zarokan hat kirin. Di vê pêvajoyê de gelek biryarên hatin girtin bandorê li jiyana zarokan kirin. Ji ber vê zarok pirsgirêkên cidî dijîn. Me xwest di vê pêvajoyê de em xwe bigihînin zarok û malbatên wan. Em nêrînên wan girtin. Di encama vê de me dît ku di pandemiyê de malbatan pirsgirêkên aborî, perwerdeya zarokan û tenduristiyê jiyane. Em ê van lêkolînên xwe dewam bikin.”    MA / Fethî Balaman