ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-25 09:00:15   * Zozanê Dûmanli ya li navçeya Dîgor a Qersê, malbatên di karê sewalkariyê de zirar kirin, berê xwe dan karên cuda û ji ber vê her sala derbas bû hejmara malbatên derdikevin zozanan kêm bûn û Zozanên Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ket.    * Bi salane pirsgirêka avê ya navçeya Geverê ku ev du demin ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin nayê çareserkirin. Welatiyên Geverê, ji bo pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin, bi tanker û bîdonan avê dikêşin.    * GIYAV’ê di lêkolîna onlaynê ya derbarê pêvajoya pandemiyê li Amedê bi 87 zarok, dayik û bavê wan re kirin de, hat diyar kirin ku malbatan bi ketina malê re pirsgirêkên mîna aborî, perwerdeya zarokan, tenduristî û derûnî jiyan.    * Endamê Komeleya 78’an Mumtaz Çerçel, derbarê tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze bi tecrîdê civakê teslîm bigire û got: “Ger bertekeke civakî pêk were wê tecrîd jî, bi dawî bibe.”   * Ji Odeya Bijîşkên Wan-Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç, diyar kir ku piştî pêvajoya “asayîbûnê” li bajarên herêmê hejmara pêketiyan pir zêde bû û got: “Nexweşxane tije bûn û kesên bi şewba vîrûsê ketin jî, wan paşve dişînin malên wan.”    * Pisporê Xîzmeta Civakî û Hevserokê SES’ê Umut Çîmen, der barê zêdebûna êrîşên zayendî û encamên wê de axivî û got: “Mixabin, travmayên ku ji hêla mirovan ve bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê hatine afirandin, di nava civakê de dibe sedema şikestinên mezin. AKP’ê pêvajoya çareseriyê paş de xist û dest bi şer kir. Vê jî rê li ber pêşiya trajediyên mirovî û civakî vekir.”   * Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz ku li gel 28 jinan hat binçavkirin û pişte hat girtin, derket holê ku hevjînê wê Ecevit Yildiz, çûye Midûriyeta Polîsan û di elehê wê de bi gotina “Hevjîna min alîkariyê dide komeleyên xizmeta PKK’ê dike." û îfade daye.     * Serpîl Taşkaya ya hîna 9 salîbû Qada Galatasarayê nas kir, 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike. Taşkaya, diyar kir ku niha jî ew bi zarokên xwe re vê têkoşînê bi rêve dibe û ev têkoşîn wê ji nifşekê derbasî nifşê din bibe û her dewam bike.    * Meclîsa Jinan a HDK'a Stenbolê têkildarî Peymana Stenbolê dê li Alîbeykoya Stenbolê civîna bi taştê li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo hevdîtinên li Meydana Gundogdûyê pêk bîne dê li bajêr serdanên xwe bidomîne. (11.00-19.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê di hefteya 598'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li ser înternetê pêk bîne, Şaxa ÎHD'a Îzmîrê jî dê li ber Sumerbanka kevn daxuyanî bide.  (11.45-13.00)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe di hefteya 800'î de li Meydana Galatasarayê pêk bînin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîtha Sancar jî dê beşdar bibin. (12.00)   * Parêzvanên mafê mirovan wek her hefteyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbol û Enqereyê çalakî li dar bixin. (13.30)