Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand 2020-07-25 08:30:29   MÊRDÎN - Welatiyan, agirê ku li Gundê Xelîla û Trîwa yê navçeya Kerobarê bi daristanê ket vemirandin.    Li çoltara Gundê Xelîla û Triwa yên Navçeya Kerboranê duh agir bi daristanê ket. Her sal li vê herêmê piştî operasyona eskerî agir bi daristanê diket. Lê agirê duh bi daristanê ket sedema wê nehat zanîn. Ji ber ku yekîneyên Afat û îtfaiyeyê mudaxileyî şewatê nekirin, welatiyan bi derfetên xwe agirê bi daristanê ket vemirandin. Welatiyan bi çilo û daran, piştî têkoşînek mezin heta derengê şevê agirê bi daristanê ket vemirand.    Di encama şewatê de 25 dolim zeviya daristanê tev şewitî.