Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da 2020-07-24 14:16:18   ENQERE – Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê re heta niha 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest dane û got: “Em dixwazin pêvajoya di sarincê de derxin. Divê tecrîda li Îmraliyê were dawîkirin.”    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî salvegera 5’emîn bidawîkirina pêvajoya çareseriyê ya di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de di sala 2013 û 2015’an de hat birêvebirin û bi destpêkirina şerê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an dest pê kir civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê pêk hat. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û ewilî ev pirs kir: “Qedexeyên derketina derve hêj didomin. Hêj li navçeya Sûrê kuçe û taxên qedexekirî hene, hûn vê dizanin gelo?”    ŞER DIDOME   Turkdogan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013’an de dest pê kir û di sala 2015’an de hat bidawîkirin ji xelkê piştevaniyek mezin werdigirt. Turkdogan behsa pêjajoya hat bidawîkirin kir û wiha got: “Ciwanên şoreşger dixwestin alîkarî bibin Kobanê. Lê bombe bi wan ve teqandin. Pişt re li Serêkaniyê du polîs hatin kuştin. Pişt re jî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de şer dest pê kir. Îro salvegera 5’emîn a vî şerî ye. Pêvajoya şer bi bombeberana dijwar a li ser Qendîlê dest pê kir.”    5 HEZAR KES…   Turkdogan ji roja şer dest pê kiriye û heta îro hin bûyerên girîng û binpêkirinên mafan di nava tomariya ÎHD’ê de cih digirin belav kir û got di nava vê pêvajoya pênc salên dawî de 5 hezar 365 însan jiyana xwe ji dest dane û gelek bûyerên girîng qewimîne.    ‘PÊDIVÎ BI PÊVAJOYEK NÛ HEYE’    Turkdogan got ew ê ji bo aştî, demorkasî û mafê mirovan her têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Pêdiviya Tirkiyê bi pêvajoyek nû ya aştiyê heye. Em dixwazin pêvajoya di sarincê de derxin.  Pêwîste tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe û pêvajoyek nû ya çareseriyê were destpêkirin.”