ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir 2020-07-24 12:52:19   STENBOL – Buroya Navneteweyî ICAD'ê 800'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê silav kir û xwest hemû kes ji bo xizmên windayan dengê xwe bilind bikin.    Buroya Navneteweyî ya Komîteya li Dijî Windayên Di Binçavan de ya Navneteweyî (ICAD), têkildarî 800'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê ku her hefte roja Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar dixin, daxuyanî da. Buroya Navneteweyî ya ÎCAD'ê anî ziman ku di sala 1995'an de kesên ji aliyê dewletê ve hatin revandin û windakirin derket asta herî jor û wiha got: "Piştî Hasan Ocak hat windakirin, li ser lêgerîn û israra malbatê, cenazeyê Ocak di goristana bêkesan de di 17'ê Gulanê de dîtin. Li taxa Gazî bi merasimekê oxir kirin. Piştî merasimê 10 roj şûnde Dayikên Şemiyê di 27'ê Gulanê Roja Şemiyê li Qada Galatasarayê her hefte roja Şemiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên Şemiyê li Tirkiye û cîhanê çalakiyên mezin li dar xistin. Çalakiyên dayikan sînor derbas kirin.      ICAD’ê anî ziman ku çalakiyên malbatan ji Stenbolê heta Amed û Êlihê belav bûn û lê hêj dewleta tirk ku faîlê hezaran kesan e winda ronî nekirine.  ICAD'ê di 800'emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de bang li her kesan kir û xwest her kes bibin dengê Dayikên Aştiyê. ICAD'ê anî ziman ku ew dê tu carî windayan ji bîr nekin û qatilan tu carî efo nakin.