Bîrdal: Divê muxalefet xeteke hevpar a têkoşînê ava bike 2020-07-24 09:12:00   ÎZMÎR – Serokê Berê yê Giştî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo maf û azadiya mirovan divê muxalefeta xeteke hevpar a têkoşînê ava bike.   Serokê Berê yê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku 34’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike Akin Bîrdal, derbarê binpêkirinên ku di salên dawîn de li Tirkiyeyê zêde bûne û têkoşîna maf a li dijî van binpêkirinan tê dayîn de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Bîrdal, qala pêvajoya avakirina ÎHD’ê kir û got ku bi kesên dema darbeya 12’ê Îlonê ya xizmên wan ketine girtîgehê û yan xizmên wan winda bûne re ÎHD’ê ava kirine û wiha got: “ÎHD bi avakirina xwe re ji bo hemû saziyên antîfaşîst re bû sîwan. ÎHD têkoşîneke û hêvî ye.”   ŞER MAFAN TUNE DIKIN   Bîrdal, bi bîr xist ku ÎHD 34 sal in têdikoşe û wiha got: “Em îro li Tirkiyeyê dojehî dijîn. Mafê jiyanê tê binpêkirin, beriya niha ev dihat veşartin û redkirin. Îro kesên îşkenceyê dikin li ser medya civakî dîmenên xwe parve dikin. Bi vî sûcê xwe re dixwaze hemû civakê bitirsîninin. Berê bi raporan venêrîna îşkenceyê dihat kirin , îro ev jî nayê kirin. Li Tirkiyeyê, maf û azadiya mirovan, aştî, demokrasi û edalet bê parastin mane. Di pêşbirka çekbûnê de ku serkêşiya wê Amerîka dike de Tirkiye di rêza 14’an de ye. Mafê mirovan bi vê çekbûnê re bê parastin dimîne. Lewre şer maf û azadiyan tune dikin.”   ‘DIVÊ BÊÎTEATIYA SIVÎL BÊ ROJEVÊ’   Derbarê têkoşîna mafê mirovan de Bîrdal, destnîşan kir ku divê têkoşîna mafê mirovan bê berfirehkirin û ev tişt got: “Divê muxalefet têkoşer be. Têkoşîna mafê mirovan bi gotinan nameşe. Divê bêîteatiya sivîl, demokratîk û aştiyane bên rojevê. Li dijî her gava ku maf û azadiya mirovan tune dike, kesên li meclisê divê pirsa çi bê kirin? Ji xwe bipirsin. Ji bo kewandin û pêçandina hemû birîn û êşên Tirkiyeyê divê bibin hevpar. Divê kesên îttiraz dikin û li ber xwe didin bi tenê neyên hiştin. Divê weke ku pêwîst e bên wêrekkirin.”   DIVÊ HERKES LI CIHÊ AGIR LI DERTÊ BE!   Bîrdal, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û bi lêv kir ku ji ber nedîtina çareseriyê girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û ev tişt anî ziman: “Her meh ji girtîgehan cenazeyê yekî dertê. Piştre muxaîf dibêjin, ‘Agir cihê ku dertê dişewitîne’. Divê herkes li cihê ku agir lê dertê be. Sûcên nefretê li Tirkiyeyê zêde dibin. Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) her roj vana bi raporan radixe ber çavan. Gelê çend kes van raporan dişopînin? Komîsyonên mafên mirovan, binpêkirinên mafên mirovan ên di van raporan de nabînin. Dozger vana weke gilîkirinê nabînin û lêpirsînan nadin destpêkirin. Heke ev bên kirin dê têkoşîna mafê mirovan bêtir bê dîtin.”   ‘WEKE JINAN GOTÎ…’   Di dawiya axaftina xwe de Bîrdal, êrîşên li ser siyasetmedarên kurd û helwesta muxalefetê ya li hemberî van êrîşan wiha nirxand: “Muxalefetê bi awayekî têrker bertek nîşanî tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredar û siyasetmedarên jin nedan. Divê hemû muxalefet bê gel hev û bernameya demokratîkbûnê û xeta têkoşîna hevpar ava bike. Divê ji bo têkoşîna edalet, aştî û demokrasiyê ajanda û bernameyeke muxalefetê ya hevpar hebe. Em demeke ku rûmeta mirovan li erdê ye dijîn. Divê em hemû nirxên ku hebûna mirovahiyê berdewam dikin ji nû ve ava bikin. Weke jinan gotî divê em bêndeng nebin, netirsin û îteat nekin.”