Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê 2020-07-24 09:11:20   AMED – Waliyên li herêmê, li şûna ronîkirin û hesapirsîna bûyerên îşkenceyê û memeleya xerab ku di demên dawîn de zêde bûne, ketine pêşbirka fîhilkirina wan. Endamê Komîsyona Têkoşîna Dijî Îşkence û Memeleya Xerab a ÎHD’ê Yakûp Guven, diyar kir ku bi wêneyên îşkenceyê yên tên serwîskirin tê xwestin ku civak bê tirsandin û walî îşkencekaran diparêzin û welatiyan didefînin.   Di demên dawîn ji ber pêkanîna bûyerên îşkence û memeleya xerab ên bi destê hêzên dewletê rojevek çêbûye. Lê piştî ragihandinên kesên ku îşkence û memeleya xerab li wan hatiyhe kirin, ji aliyê rayedaran ve bûyerên îşkence û memeleya xerab nayên lêpirsînkirin û daxuyaniyên fîhilkirina faîlan tên dayin. Ev nêzikbûn nîşan dide ku sûcên faîlên wan hêzên dewletê ne, ji aliyê emniyet û darazê ve tên veşartin.    DANEYÊN ÎŞKENCEYÊ   Raporên ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hatine amadekirin jî nîşan didin ku îşkence û memeleya xerab bi giranî li bajarên herêmê pêk tên. Li gorî daneyên ÎHD’ê, li bajarên herêmê di navbera salên 2010-2019’an de 3 hezar û 569 serlêdanên îşkenceyê lê hatine kirin. Li gorî daneyan, hêzên dewletê yên herî zêde tundiya fizîkî dikin bi rêzê bi daneyên xwe ve wiha ne; gardiyan (ji sedî 45), polis (ji sedî yüzde 39), cendirme (ji sedî 10) û cerdevan (ji sedî 1).   ÎŞKENCEKARAN DIPARÊZIN   Dîsa li gorî daneyên komeleyê îşkence û memeleya xerab ji bilî navendên binçavkirinê, li derve jî tê kirin û her ku diçe belav dibe. Weke rêbazeke nû jî “îşkenceya bi kûçikan” tê pêşxistin. Îşkenceya bi kûçikan bi du bûyerên Amedê ket rojevê. Lê di her du bûyeran de jî Walîtiyê mexdûrên îşkenceyê sûcdar kir û îşkencekaran parast.    WALÎ HÊZÊN DEWLETÊ DIPARÊZIN   Endamê Komîsyona Têkoşîna Dijî Îşkence û Memeleya Xerab a ÎHD’ê Yakûp Guven, derbarê zêdebûna van bûyerên îşkence û memeleya xerab û daxuyaniyên fermî ku derbarê wan de tên dayîn axivî. Guven, diyar kir ku bêyî ku bi awayekî baş bên lêpirsînkirin ser bûyerê îşkenceyê tê girtin û wiha got: “Beriya ku gilî bigihîje edliyeyê Walîtî, bi daxuyaniyên cûda hêzên dewletê diparêzin. Ev daxuyanî jî nîşan didin ku dê derbarê bûyerê de ceza li hêzên dewletê neyê birîn, şopandin neyê kirin.”   JI BER GUMANAN SERLÊDAN NAKIN   Guven, da zanîn ku divê derbarê bûyerên îşkence û memeleya xerab de pêvajoya qanûnî bê destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Lê em di bûyerên şênber de dibînin ku saziyên micin ên mîna walîtiyê li şûna welatî hêzên dewletê diparêzin. Nêzikbûneke ku bi daxuniya welatiyan bawer nabin didine der. Ji ber ku kesên îşkence li wan tên kirin naxwazin pirsgirêk bikeve navbera wan û dewletê bi awayekî têrker mafên xwe bi kar naynin. Ji ber vê yekê jî daneyên me di bin daneyên rasteqîn de ne. Lewre gelek kes li gel ku mafdar in jî ji ber gumanên ku dikin serî li komeleya me nadin.”   ‘GEF LI CIVAKÊ TÊ XWARIN’   Derbarê parvekirinên wêneyên îşkenceyê yên li ser medya civakî jî Guven ev nirxandin kir: “Di demên dawîn de em bûn şahid, bê tirs wêneyên îşkenceyê tên parvekirin. Van hêzên dewletê ku van wêneyan parve dikin, difikirin ku dê ceza li wan neyê birîn. Ya rast bi van wêneyan gef li civakê tê xwarin. Dibêjin ku hêza wan a îşkenceyê heye. Lê mirovan sûc jî kiribe mafê wan ê ku divê neyên îşkencekirin heye. Di heman demê de rayeya îşkenceyê ya hêzênd dwletê jî tuneye.”