ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-24 09:00:23     * Arzû Sert ku piştî meşa ji bo jinên qetilkirî li dar xistibûn hatibû binçavkirin,  diyar kir ku di bin çavan de polisan tundî li wan kiriye û tacîzî wan kirine û got ku dê dev ji têkoşîna xwe ya “jiyan û jiyandinê” bernedin.   * Bi angaşta “endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê kirina sûc” doz li nexweşê şîzofrenê Firat Koç ku dema şermezarkirinên qeyûman ji aliyê polisan ve hatibû derpkirin, hat vekirin.    * Li Dîlokê 3 karkerên dema qedexeên derketina derve yên pêvajoya vîrûsa koronayê ji karê xwe hatin derxistin, 3 meh in bê kar in.    * Endama Baroya Wanêp parêzer Hulya Çelîk Sonmez diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina tundiyê kevirê domîno ye û heke peyman paş ve were kişandin dê tundî zêdetir bibe.    * Seroka Navenda Bûkanî ya Baroya Enqereyê Parêzer Feyza Çerçîoglû, diyar kir ku sedemên vekişîna desthilatê yên ji Peymana Stenbolê bêbingeh in û ev tişt got: “Peymana Stenbolê dide jiyandin.”   * Serokê Haber Sen’ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku ji ber amûrên parastina ji vîrûsê daxwaz kirine karkerên PTT’ê hatine sirgûnkirin û ev tişt got: “Sirgûn sûcê mirovahiyê ye. Me her rêyî ceriband, lê ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya me nema.”   * Nivîskar û dîroknas Erdogan Aydin, diyar kir ku Tirkiye Peymana Lozanê ji bo xwe wekî "Seneda Tapo"  qebûl dike û ev peyman ji aliyê çîna serdest a Tirk ve hatiye binpêkirin. Aydin, anî ziman ku bedelê vê yekê jî Kurd û kesên ne misilman didin.    * Waliyên li herêmê, li şûna ronîkirin û hesapirsîna bûyerên îşkenceyê û memeleya xerab ku di demên dawîn de zêde bûne, ketine pêşbirka fîhilkirina wan. Endamê Komîsyona Têkoşîna Dijî Îşkence û Memeleya Xerab a ÎHD’ê Yakûp Guven, diyar kir ku bi wêneyên îşkenceyê yên tên serwîskirin tê xwestin ku civak bê tirsandin û walî îşkencekaran diparêzin û welatiyan didefînin.   * Serokê Berê yê Giştî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo maf û azadiya mirovan divê muxalefeta xeteke hevpar a têkoşînê ava bike.   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Navenda Giştî ya ÎHD'ê dê têkildarî salvegera 24'ê Tîrmeha 2015'an ku şer ji nûve dest pê kir, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê "Rapora Binpêkirina Mafan a 3 mehan a Girtîgehên Herêma Marmara" bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.30)   * HDP, dê di çarçoveya “Hevdîtina Demokrasiyê" de Li qada Torenê ya Atakentê ya Kuçukçekmece ya Stenbolê civîna “Hevdîtina Ekolojiyê" li dar bixe. (18.00)