‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin' 2020-07-23 16:18:22   ÊLIH - Koordînasyona Heskifê, têkildarî Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr yê hat girtin, wekî parazvanê Heskîfê pênase kir û xwest serbest bê berdan.    Koordinasyona Heskifê, têkildarî Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê hat girtin, daxuyanî da. Koordînasyonê, Hevşaredar Demîr wekî parazvanê Heskifê penase kir û  xwest Mehmet Demîr serbest bê berdan. Koordînasyonê Demîr wekî parazvanê tenduristiya gel û Heskifê anî ziman û got: "Divê Demîr bê berdan. Bi awayekî herî erzan av dixist xistema gel. Bajarê herî paqij û bajarê ava wî herî erzan Êlih bû. Lê piştî qeyûm tayîn kirin, pirsgirêka avê derket holê. Demîr di dema pandemiyê de av bê pere li gel belav kir. Em girtina Demîr li dijî hiqûq û mafên mirovan dibînin. Em Demîr bi tenê nahêlin. Divê parazvanê Heskifê û Geliyê Dicle Demîr serbest bê berdan."