Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn 2020-07-23 15:22:21   WAN - Hat hînbûn ku di girtîgehên li Wanê de, binpêkirinên mafan zêde bûne û bi hincetên şewba vîrûsa koronayê name û amûrên girtiyan nadin wan.    Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAY-DER) ya Wanê, girtiyên di girtîgehên li bajêr de dimînin re hin hevdîtin pêk anîn. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, di girtîgehan de binpêkirinên mafan zêde bûne.    WEŞANÊN MUXALÎF NADIN GIRTIYAN ,   Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa T, Tipa F û Ewlekariya Bilind ên Wanê, bi hincetên bergiriyên di çarçoveya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) hatin girtin de, binpêkrinên mafên girtiyan pir zêde bûne. Rayedarên girtîgehê ji ber vê name, kinc û amûrên ji derve de, ji girtiyan re tên şandin bi hinceta “bergiriyê” nadin girtiyan. Dîsa daxwazên girtiyan ên guhertina qawîşan bêyî hincet tên redkirin. Di heman demê de ji bilî Rojnameya Evrenselê tu weşanên din ên muxalîf nadin girtiyan.    MAFÊ HEVDÎTINÊ BINPÊ DIKIN   Hat zanîn ku di Girtîgeha Tîpa F de, odeyên hevdîtinê nayin dezenfekte û paqijkirin, lli girtîgehên Tîpa T û Ewlekariya  Bilind jî, şêweyên hevdîtina girtî dewam dikin û gelek girtî nikarin hevdîtinê bi parêzer û malbatên xwere bikin û ev mafê wan tê binpêkirin.