Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe 2020-07-23 14:40:00 STENBOL - Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, anî ziman ku ji bo Nimêja Înê divê ji ometê re vekirî be û got: "Bi dawetiyê Nimêja Înê nabe. Ev dibe nimêja diyanet û hikûmetê. Ji ber vê yekê Nimêja sibê li Ayasofya Nimeja Înê nabe.    Bi biryara Şêwira Dewletê di 10'ê Tîrmehê de Muzeya Ayasofya kirin mizgeft. Ayasofya ku ji muzeyê kirin mizgeft dê sibê ji nimêjê re vekin. Di 24'ê Tîrmehê 97'emîn salvegera Lozanêde de Ayasofya dê ji nimêjê re bê vekirin û dê sibê Nimêja Înê lê bikin. Serokê Karê Dîyatenê Alî Erbaş ji bo Ayasofya, ji siyasetmedar, parlamenter, burokrat, dewletên biyanî û oldaran re nêzî 500 kesan re dawetiye şand.    Têkildarî mijarê  Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, anî ziman ku ji bo Nimêja Înê divê ji ometê re vekirî be û got: "Bi dawetiyê Nimêja Înê nabe. Ev dibe nimêja diyanet û hikûmetê. Ji ber vê yekê Nimêja sibê li Ayasofya Nimeja Înê nabe.    Elîaçik, anî ziman ku der barê Ayasofya de gelek şaşî hene û wiha got: "Şaşiyên olî, sîyasî û konjonkturel hene. Li gorî min 8-10 şaşî hene. Berî her tiştî di olê Îslamê de dagirkirina bajarekî, bi zorê guherdina olê wî gelî, bi zorê destdayîna ser xezîneya wî, bi bombekirina deriyê wî bajarî ketina hundirê wî bajarî, mabetên wî bajarî bike mabedên xwe nabe. Tiştekî wisa nabe. Di dîrokê de ev şaşî tev tên kirin. Berî her tiştî Ayasofya dêr e. Mirov dêrê bike mizgeft nabe. Dîrokek şaş diherike heye. Divê ew dîrok bê rastkirin. Ya herî rast ewe ku ev war muze be.    BI DAWETIYAN NIMÊJ NABE   Elîaçik, anî ziman ku Nimêja Înê bi dawetiyan nabe û wiha bi dawî kir: "Şaşî li ser şaşiyê tê kirin. Şaşiyekê dikin piştre şaşiyek din li ser dikin. Her tişt ji kok ve şaş e. Meseleya dawetiyê jî şaş e."