Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt 2020-07-23 14:25:59 STENBOL - Cenazeyê Faydan Yeşîlirmak a ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li peyarên Kîlyosê hatibû definkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Cenazeyê Yeşilirmak li Goristana Yayla a Sûltangazî hat  definkirin.    Cenazeyê Faydan Yeşîlirmak a di 19’ê Kanûna 2017’an de bi 282 cenazeyan re ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jor a Bedlîsê hatibû derxistin û dibin peyarên goristana bêkesan a li Kilyosê hatibû definkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Yeşîlırmak a di sala 2014’an de li Kobanê di şereke li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bû, testa DNA’yê ya malbatê ta bû hev girt. Piştî 2 salan encamê testa DNA’yê ji malbatê re hat ragihandin û malbatê li ser vê yekê cenaze girt.    ASTENGIYA LEŞKERAN   Malbatê piştî belgeya ji Saziya Tipa Edlî (ATK) girt, di saetên serê sibê de, Midurieyta Goristanan a ZÎncîrlîkûyû û belgeyên pêwîst da rayedaran. Malbat dûre ji bo cenazeyê Yeşilirmak bigre çû Goristana Kilyosê. Malbat û xizmên Yeşilirmak li vê derê rastî astengiyên leşkeran hatin. Leşkeran peyara ku cenazele di binê de hatibû veşartin xistin dorpêçê û diyar kirin ku ji malbatê tenê kesek dikare biçe cihê peyareya ku cenaze li hatibû definkirin. Li ser vê yekê endamekê malbatê çû û cenaze teslîm girt. Di heman demê de leşkeran destûr nedan ku ne rojnameger û ne jî bi telefonê dîmen bên kişandin.    Malbata ku cenaze teslîm girt, ber bi Goristana Yayla ya Hapîpler a navçeya Sûltangazî bi rê ket. Malbatê cenazeyê xwe li Goristana Yayla defin kir. Piştî definkirina cenazeyê Yeşilirmak deqeyek rêz hat girtin.