Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin 2020-07-23 14:17:39   AMED – Navenda Lêkolînên Sosyo Polîk ên Qadê li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînek li gel ciwanan kir û ji sedî 56 beşdar dibêjin HDP dikare pirsgirêkan çareser bike û ji sedî 86 jî li dijî “Pergala Serokkomariyê” derdikevin.    Navenda Lêkolînên Sosyo Polîk ên Qadê li Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Colemêrg û Êlihê yên bi 580 ciwanên temenê wan di navbera 15-34 salî de bi rêya online û telefonê anket ango lêkolînek pêk anî. Anket di navbera 6-16’ê tîrmehê de hatiye kirin. Di vê ankete de nêrîna ciwanan a li ser polîtîkayê, ramana polîtîk û çavkaniya helwest û tevgerên wan û pirsgirêkên li welat hatine tespîtkirin. Li ser nêrîna ciwanan gelek mijar hatine pîvandin.    Beşdar ji sedî 60 zilam in û ji sedî 40 jin in. Ji sedî 35,4 temenê wan 30-34 e, ji sedî 8,5 temenê wan 15-19 ye, ji sedî 63,9 zanîngeh kuta kirine, ji sedî 54,4 gotine ew tu karekî nakin, ji sedî 27,9 jî gotine ku ew li kar digerin. Ji sedî 20,2 jî xwendekar in, ji sedî 4,4 jî karkerên nav malê yên bê heq dişuxilin, ji sedî 1,3 jî ew ne di halê karkirinê de ne û ji sedî 0,6 jî bi KHK’iyan hatine îxrackirin.    DI NAVA MALÊ DE BI KURDÎ TÊ AXAFTIN    Ji beşdaran ji sedî 68,3 diyar kirine ku ew bi zaravayê kurmancî diaxivin, ji sedî 27,7 jî gotine bi tirkî diaxivin, ji sedî 3,8 jî eşkere kirine ew bi zaravayê kirmanckî zazakî diaxivin û ji sedî 0,2 jî gotine bi sûryanî daixivin.   Ji beşdarên ankete rewşa siyasî ya welat jî hatiye pirsîn. Ji sedî 88,3 beşdaran gotiye ku rewşa welat “nebaş e” û ji sedî 11,6 jî gotine rewşa welat “baş e” û di temenê ciwan de tê dîtin ku rewşa welat nebaş dîtine.    KES BAWERIYA XWE BI TSK’Ê NAYNE    Ji beşdaran saziya herî zêde baweriya wên pê tê kîjan e hatiye kirin. Ji sedî 54,2 bêşdaran gotine “baweriya me bi tu saziye naye” û ji sedî 13,1’ gotine baweriya wan bi HDP’ê tê.  Jisedî 5,2 jî gotine baweriya wan bi ÎHD’ê tê. Ji sedî 4,8 jî gotine ew bi Wezareta Tenduristiyê bawer in û ji sedî 3,1 jî “TSK” wek saziyek bi ewle û bawer dîtine.    PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG PIRSGIRÊKA KURD E    Ji beşdaran pirsa “Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê kîjan e” hatiye kirin. Ji sedî 45,6 ên beşdaran bersiva “Pirsgirêka kurd” daye. Ji sedî 17,3 gotine pirsgirêk aborî û bêkarî ye, ji sedî 14,2 jî gotine nebûna demokrasiyê, ji sedî 5,6 jî diyar kirine ku rewşa pergala hiqûqê ya heyî û ji sedî 5 jî “Pergala Serokkomariyê” wek pirsgirêk diyar kirine û ji sedî 4,6 jî hikumetê wek pirsgirêk nîşan dane.    ‘HDP DIKARE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE’    Pirsa “Li gorî we kîjan partiya siyasî dikare pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike” ji beşdaran hatiye kirin. Ji sedî 56 beşdaran gotiye “HDP”, ji sedî 24,2 gotiye “ne tu partî”, ji sedî 8,5 jî gotiye “AKP”, ji sedî 3,8 jî gotine “CHP”, ji sedî 2,7 gotine “bersiv tune, fikrê min nîne”, ji sedî 2,1 gotine “Platformek Hevpar ku hemû partî di nav de bin” û ji sedî 1,3 gotine “PARTİYA DEVA”, ji sedî 0,8 jî gotine “TKP”, ji sedî 0,4 jî gotine “Partiya Pêşerojê” û ji sedî 0,4 jî gotine “HÜDA-PAR.”